Dana Gasê bi Sûriyeyê re peymanek îmze kir

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Dana Gas Sûriye Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Dana Gasê ragihand ku wê bi Kompanyaya Petrol û Gazê ya Sûriyeyê re peymane îmze kiriye da ku qadên gazê yên li Sûriyeyê bi pêş bixe.

Peyman rê dide Dana Gasê ku çend qadên gazê yên ku ji aliyê Kompanyaya Petrol û Gazê ya Sûriyeyê  ve tên birêvebirin, binirxîne.

Li gorî Dana Gasê, ev peyman dê bibe gava yekem a bi vî rengî ya kompanyayeke taybet a gazê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re.

Dana Gasê got, "Armanca îmzekirina vê peymanê di zêdekirina asta hilberîna gazê, hilberîna elektrîkê û nûjenkirina sektora enerjiyê ya wî welatî de piştgirîdayîna hikûmeta Sûriyeyê ye."

Dana Gasê diyar kir ku şiyana wê ya bicihanîna projeyan heye û temamkirina Projeya KM250ê ya li Herêma Kurdistanê wekî mînakeke serkeftî ya di vî warî de nîşan da.

Qada gazê ya Ebu Rebehê ku yek ji qadên herî mezin ên gazê yên li Sûriyeyê ye, di nav wan qadan de ye ku di peymana di navbera Dana Gasê û hikûmeta Sûriyeyê de cih digire.

Birêvebirê Kompanyaya Dana Gasê Richard Hall li ser mijarê got, "Peyman dê bibe wesileya bipêşxistina potansiyela çavkaniyên gazê yên Sûriyeyê."

Richard Hall her wiha amaje bi wê yekê kir ku bipêşxistina qadên gazê yên li Sûriyeyê dê bibe sedema bihêzkirina ewlehiya enerjiyê ya Sûriyeyê û ev yek jî dê bibe piştgirî ji bo civaka wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst