DANA Gasê li Kormorê hilberîna gazê ji sedî 50 zêde kir

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Dana Gas Qada Gazê ya Kormorê Crescent Petroleum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dana Gas û Crescent Petroleumê ragihand ku wan li qada Kormorê hilberîna gazê ji sedî 50 zêde kiriye.

Dana Gas û Crescent Petroleumê diyar kir ku wan projeya KM250 berî wextê xwe bi dawî kiriye ku ku kapasîteya hilberînê ya li Qada Gaza Kormorê ji sedî 50 zêde dike.

Kompanyayan her wiha da zanîn ku wan dest bi firotina gazê kiriye.

Bi projeyê re rojane 250 milyon sêca hilberîna zêde pêk tê. Bi vî awayî, hilberîna giştî ya rojane ya Kormorê gihiştiye 750 milyon sêca.

Bihayê giştî yê hilberîna projeyê 1,1 milyar dolar e.

DANA Gasê diyar kir ku ev zêdebûn dê dahatê zêde bike û kapasîteya hilberîna elektrîkê ya Îraqê jî xurt bike.

Spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Serokê Birêvebiriya Crescent Petroleumê Mecîd Cafer li ser vê vê yekê axivî û got:

“Ev serkeftin nîşan dide ku pêbendbûna me ya bi Herêma Kurdistanê re berdewam dike.

Ev yek kapasîteya me ya ji bo bikaranîna bibandor a çavkaniyên enerjiyê, afirandina kar, pêşxistina xizmetguzariyên herêmî û biryardariya me ya ji bo peydakirina enerjiya paqijtir û ewletir ji bo herêmê nîşan dide."

Mecîd Cafer ji bo piştgiriya wan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên pêwendîdar kir û got:

“Hevkariya wan alîkariya me kir ku em astengiyên ku em rastî wan hatin derbas bikin û berdewamiya projeyê misoger bikin."

Dê piştgiriyê bide projeya Ronakiyê

DANA Gasê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zêdebûna kapasîteyê ya li Qada Kormorê dê ji bo zêdekirina hilberîna elektrîka li Herêma Kurdistanê bibe alîkar û ji projeya Ronakyiyê a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bibe piştgirî.

Li gorî daxuyaniyê ev zêdebûn her wiha dê ji bo başkirina elektrîka deverên din ên Îraqê jî bibe alîkar.

Li gorî daneyên DANA Gasê, di çarçoveya projeyê de zêdetirî 10 hezar kesî kar dikin û zêdetirî 6 hezar ton pola hatiye bikaranîn.

Vê yekê jî wiha kiriye ku ev proje bû yek ji projeyên herî mezin binesaziyê yên ku ji aliyê sektora taybet ve li Îraqê hatine pêkanîn.

KM250

Tesîs rojane 7 hezar bermîl kondensat û 460 ton LPGyê hildiberîne.

Bi vê hilberînê re, kapasîteya giştî gihiştiye 15,200 bermîl kondensat û 1,070 ton LPGyê.

Di projeyê de teknolojiyên herî dawî yên wekî sîstemên şopandinê yên bi piştgiriya hişê çêkirî (AI), kompresorên bibandor û teknolojiyên nû yên paqijkirina kifrîtê hatin bikaranîn.

Ev nûjenî hem hilberînê zêde dikin hem jî bandorên li ser jîngehê kêm dikin.

DANA Gas û Crescent Petroleumê diyar kir ku bi dawîhatina projeya KM250 re, ew derbasî qonaxa bê bûne.

Di qonaxa nû de, ew dê li ser berfirehkirina Qada Kormorê û zêdekirina kapasîteya wê bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst