Şêwirmenda Qamar Energyê: Krîz dikare ji Herêma Kurdistanê re bibe derfet

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Qamar Energy Meryem Selman Hinartina Petrolê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenda Kompanyaya Qamar Energyê Meryem Selmanê got, “Rawestandina hinardeya petrolê dikare bandoreke mezin a nepêşbînîkirî li ser aboriya Herêma Kurdistanê bike lê belê, ev krîz di heman demê de dikare bibe derfetek ku herêm berê xwe bide hilberîna navxweyî.”

Meryem Selmanê her wiha got ku ji ber êrişên dawî yên li qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê, hilberîn bi awayekî berçav kêm bûye.

Meryemê da zanîn ku niha rojane tenê di navbera 100 û 130 hezar bermîlan de petrol tê hilberîn û hişyarî da ku eger ev rewş bidome, dibe ku kompanyayên biyanî vekişin.

Şêwirmenda Kompanyaya Qamar Energyê Meryem Selman beşdarî bultena Hîwa Cemal a Rûdaw TVyê bû û diyar kir ku ji ber êrişên bi dronan ên li ser qadên petrolê, kapasîteya hilberînê ya Herêma Kurdistanê kêm bûye.

“Hilberîn digihişt 400 hezar bermîlan”

Meryemê got, "Nêzîkî sê yeka kapasîteya hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê rawestiyaye.

Berî ku boriya Ceyhanê bê girtin, hilberîn digihişt 400 hezar bermîlan.

Piştî girtinê, ev hejmar daket 250-300 hezar bermîlan lê ji ber êrişên dawî 200 hezar bermîlên din jî kêm bûye."

Du hefteyên dawî bi zêdetirî 20 dronan êriş li ser Herêma Kurdistanê hat kirin û bîrên petrolê jî hatin hedefgirtin.

Ji ber êrişan zerereke madî gihîşt hinek tesîsan û hinek kompanyayên petrolê karên xwe rawestandin.

Meryemê derbarê vê yekê got, "Êrişan baweriya kompanyayan hejandiye.

Kompanyayên petrolê bûne karteke zextê

Eger hinek kompanya biryara vekişînê ji herêmê bidin ez şaş nabim, ji ber ku ti kes naxwaze rûbirûyê bêaramiyê bibe.”

kompanyayên petrolê yên navneteweyî ji ber nakokiyên Hewlêr û Bexdayê dan û standinan de bûne karteke zextê.

Destpêkirina hinartina petrolê ji nû ve, bêyî erêkirin û hevkariya van kompaniyan ne pêkan e.

Lê belê, kompanya jî derbarê mercên peymanên xwe û dayîna pereyên xwe bifikar in.

Meryemê da zanîn, "Di rastiyê de, ev kompanya di wê hêzê de ne ku pêvajoyê kontrol bikin.

Ji nû ve vekirina boriyê û destpêkirina hinardeyê tenê bi razîbûna van kompanyayan dibe.

Ji ber vê yekê, ne tenê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê di navbera Bexda û kompanyayan de jî lihevkirinek çêbibe."

Krîz dikare bibe derfet jî

Li gorî Meryem Selmanê, rawestandina hinardeyê dikare bandoreke mezin a "nepêşbînîkirî" li ser aboriya Herêma Kurdistanê bike.

Lê belê, ev krîz di heman demê de dikare bibe derfetek ku herêm berê xwe bide hilberîna navxweyî.

Wê got, "Eger rafîneriyên te hebin û tu pîşesaziya petrokîmyayê bi pêş bixî, tu dikarî ji wê petrola ku nayê hinardekirin jî qezenc bikî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst