Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê cotkaran dest bi çandina ceh û genim kir.
Niha tenê wan cotkarên ku zeviyên xwe bi ava bîran av didin, dest bi çandiniyê kiriye.
Cotkarên herêmê ji ber ziyanên madî yên sala borî, ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku di warê bihayê tov, gubre û mazotê de alîkariya wan bike.
"Sala borî xirabtirîn sal bû"
Cotkarê devera Amûdê Mehmûdê Wetê diyar kir ku wan erdê xwe ajotiye, tov û gubreyê xwe jî reşandiye û niha xwe ji bo avdana yekem amade dikin.
Cotkarê Amûdî Wetê behsa zehmetiyên sala borî kir û got:
"Mixabin sala borî xirabtirîn sal di ser me re derbas bû, bi rastî saleke bê mînak bû, mirov dikare bêje wekî salên 2008 û 2009an bû.
Çi qasî baran bê ji bo me baş e, bi taybetî ji bo zeviyên çandiniya avî.
Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku di demeke zû de tov û mazot li me belav kir, tenê me dixwest pere heta çinîna mûsimê bi deyn li me bihêle."
"Hêviya me piştgirî û deyn e"
Cotkarê gundê Til Erûsê yê Amûdê Mehmûd Îbrahîm Hemê jî destnîşan kir ku baranê hinekî karê wan dereng xistiye û wiha got:
"Me xwe amade kiriye lê me hîna tov nereşandiye, barana ku hat rê li ber me girt, em dê sibe yan du sibe tov bireşînin.
Rêveberiyê tov li me belav kiriye lê hîna me mazot wernegirtiye.
Divê Rêveberiya Xweser piştgiriya me bike, divê salane mazota pênc avan bidin me û bihayê tov û gubre kêmtir be.
Em hêvî dikin piştgiriya çandiniyê bikin û bi taybetî tov û gubre bi deyn bidin cotkaran."
2 milyon û 800 hezar donim zeviyên avî
Li gorî amarên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, tê pêşbînîkirin ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala çandiniyê ya 2025-2026an tenê 2 milyon û 800 hezar donim zeviyên avî bên çandin.
Hêjayî gotinê ye ku sala borî bi giştî 6 milyon û 200 hezar donim zeviyên bejî û avî hatibûn çandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse