Nivîskarekî Kurd li Amerîkayê trajedî û evîna Kurdan dike pirtûk

12-07-2025
Diyar Kurde
 Nivîskar Newzad Birîfkî / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nivîskar Newzad Birîfkî / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Newzad Birîfkî Amerîka Şandeya Amerîkayê
A+ A-

Minnesota (Rûdaw) - Newzad Birîfkî li wîlayeta Minnesotayê ya Amerîkayê dijî û heta niha du pirtûk bi zimanê Îngilîzî weşandine.

Ew bi xwe li ser pirtûkên xwe û jiyana xwe ya tijî hilkişîn û daketin diaxive.

Xortekî Kurd ku ji ber komkujiya Enfalê ya sala 1988an malbata wî ber bi Tirkiyeyê û paşê jî ber bi Amerîkayê ve koç kiriye, du pirtûk bi zimanê Îngilîzî derbarê Kurdan nivîsandine.

Yek ji wan li ser rêwîtiya koça xwe û malbata xwe ya Amerîkayê ye û ya din jî li ser çîroka xortekî pêşmerge nivîsandiye ku di 14 saliya xwe de tevlî şoreşê bûye lê paşê diçe Amerîkayê û piştre li gel hêzên Amerîkî ji bo rûxandina rejîma dîktator a Beesê vedigere Kurdistan û Îraqê û dikeve nav evînê.

Ew behsa wê yekê dike ku şer çawa nikare dawî li evînê bîne.

Nivîskarê Newzad Birîfkî wiha behsa xwe kir:

“Navê min Newzad Reşîd Birîfkî ye, xelkê gundê Brîfkayê me ji eşîra Berwarî li devera Dihokê.

Sala 1988an di komkujiya Enfalê de wekî aware ji bo çar salan em çûn Tirkiyeyê, paşê sala 1992an em hatin Amerîkayê.

Em li wîlayeta Dakotaya Bakur li Fargoyê man. Sala 1995an em çûn wîlayeta Minnesotayê û heta niha ez li vir im.

“Min pirtûka xwe ya ewil 2017an nivîsî”

Pirtûka min a yekem ku min sala 2017an nivîsî, li ser wê yekê ye ku Kurd kî ne û çi karesat bi serê wan de hatine, wekî Enfal û karesatên din ku heta niha jî negihîştine mafên xwe, bê welat in.

Min ev ji bo xelkê biyanî nivîsandiye ku ez çawa hatime Amerîkayê. Di sala 2021an de jî, min pirtûkeke din bi navê 'Şer Nikare Evînê Rawestîne' nivîsî.

Ew jî li ser xortekî çardeh salî ye ku li herêma Berwariyan tevlî şoreşê dibe. Piştî wê tê Amerîkayê û di sala 2003an de dema Amerîka dikeve şerê Îraqê, ew jî wek xwebexş ligel hêzên Amerîkayê diçe ji bo bidawîkirina rejîma Beesê.

“Ez dixwazim wergerînim Kurdî”

Niha tenê bi zimanê Îngilîzî heye. Di pêşerojê de, bi piştgiriya Xwedê, niyeta min ew e ku wergerînim Kurdî û zimanên din jî.

Rûdaw: Li Amerîkayê hemû hêsankarî hatine kirin eger kesek bixwaze bixwîne, herwiha xwendin jî beşek ji çanda Amerîkayê ye. Hûn wek nivîskarekî wan hêsankariyên xwendinê çawa dibînin?

Newzad Birîfkî: Tiştekî pir bedew e, ji ber ku wekî dibêjin gelek bijardeyan didin te. Xwendina pirtûkan li pirtûkxaneyên bajaran bê pere ye, tu dikarî bikirî, tu dikarî wek pirtûka dengî guhdarî bikî, tu dikarî li hin pirtûkan wek vîdyo temaşe bikî. Ji ber vê yekê bijarde pir in. Eger kesek bibêje, 'Wextê min nîne bixwînim', hinceta wî namîne.

Rûdaw: Sedema sereke ya nivîsandina wan pirtûkan çi ye, kê handerê we yê sereke bû?

Newzad Birîfkî: Ji destpêkê ve, dema ez zarok bûm û diçûm dibistanê, gelek hevalên min hebûn û dipirsîn Kurd kî ne, ji min re qala jiyana xwe bike.

Dema ez diçûm civînan û li ser kar, hevalên min dipirsîn Kurd kî ne, çîroka xwe bibêjin, hûn hatine komkujkirin, çawa heta niha mane?

“Malbatên Enfalê di nav êşên mezin ên derûnî de derbas bûne”

Ji ber vê yekê, gelek heval û malbatên Enfalê hene û hatine Amerîkayê, di nav êşên mezin ên derûnî û nexweşiyê de derbas bûne. Loma ji bo min girîng bû ku wek Kurdekî vê vebêjim.

Ji ber ku Kurd, ku nêzîkî 40 heta 50 milyon kes in, hîn jî xelk heye ku me nas nake. Lewra ji bo min girîng bû ku wek Kurdekî Amerîkî vê binivîsim û belav bikim da ku yên Kurdan nas nakin, bi riya vê me nas bikin.

Her tim ew fikra min hebû ku pirtûkekê binivîsim û behsa Kurdan bikim. Min gelek caran digot em çawa dengê xwe ne tenê bigihînin kesekî û komekê lê bigihînin xelkekî zêdetir.

Min got eger ez pirtûkekê binivîsim çêtir e. Plana min heye ku ez pirtûkeke din jî binivîsim lê hîn xilas nebûye, ji ber ku ez hevpeyvînan bi kesayetiyan re dikim. Înşellah îsal an saleke din ev pirtûka min dê bê weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst