Hewlêr (Rûdaw) – Daîreya Kar û Barên Konsulxaneyan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa ewlehiyê ya li Venezuelayê ne diyar e û bi destpêkirina seferên navneteweyî re hat xwestin ku welatiyên Amerîkayê demildest ji wî welatî derkevin.
Hat diyarkirin ku divê welatiyên Amerîkayê yên ku dê ji Venezuelayê derkevin beriya rêwîtiyê tedbîran bistînin û li hemberî derdora xwe baldar bin.
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku rapor hene dibêjin, hinek komên mîlîsên çekdar ên ku wekî "Colectivos" tên naskirin, xalên kontrolê li ser rêyan datînin û wesayîtan radiwestînin.
Hat destnîşankirin ku ew kom li delîlan digerin ka kesên di wesayîtan de welatiyên Amerîkayê ne yan jî piştgiriyê didin Amerîkayê.
Wezaretê tekez kir ku divê di rêwîtiyên bejahî de baldar bin û bang kir ku ji bo zanyariyên nû daxuyaniyên şirketên hewayî û malperên wan werin şopandin.
Venezuela di "Asta 4an" de ye
Hat bibîrxistin ku Venezuela di sîstema hişyariya rêwîtiyê ya Amerîkayê de di kategoriya herî bilind a "Asta 4an: Rêwîtiyê Nekin" de cih digire.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatiyên Amerîkayê li wî welatî bi rîskên cidî yên wekî desteserkirin, şkence, teror, revandin, pêkanîna kêfî ya yasayan, rêjeya bilind a sûcan, aloziya sivîl û binesaziya kêm a tenduristiyê re rû bi rû ne.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêşniyar li welatiyên xwe yên li Venezuelayê kir ku bi rêya Bernameya Tomarkirina Rêwiyan (STEP) xwe tomar bikin û nûjenkirinên ewlehiyê bişopînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse