Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Pêşangeha 9emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol bi beşdariya 51 weşanxaneyan hat vekirin.
Pêşangeha 9emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol doh ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve hat vekirin û dê heta 26ê mehê vekirî bimîne.
Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên nîşandan.
Beşdarên îsal ji Rojavayê Kurdistanê, Şam, Heleb, Lazqiye, Dera, Libnan, Îraq, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Belçîkayê ne.
Her wiha 30 sazî û nivîskar bi hezar û 314 pirtûkên nû yên ku sala 2025an hatine çapkirin, beşdarî pêşangehê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse