Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Tirk Julîde Kuralê ji bo aştiyê vîdeoyek belav kir.
Julîde Kural li Silêmaniyê beşdarî merasîma çekdanîna 30 gerîlayan bûbû û wê ji bo piştgiriya aştiyê vîdeoyeke kolektîv (hevbeşî) belav kir.
Gotinên vîdeoyê ji aliyê Doçent Dr. Sureyya Karacabey ve hatine nivîsandin û montaja wê jî ji aliyê Sînem Bayraktaêr ve hatiye kirin.
Vîdeo bi sernavê “Soza Min ji Aştiyê re Heye” hatiye belavkirin.
“Welat niha albumek e ku ji emrên nîvcomayî pêk tê”
Di videoyê de malbatên qurbaniyên 40 salên dawî, malên wan ên wêrankirî û çalakiyên aştiyê û kevokên spî cih girtiye û gotinên videoyê wiha ne:
“Eger em destê xwe dirêj nekin û dê nesekinînin, dê cîhan weke aşekî xwînê bizivire.
Şerma ku ji dîtin û nihêrînan hatiye çêkirin, dê bibe yekane şahidê emrê me.
Eger em bêdeng bimînin, jinên ku baranê jî bi hêsiran re tevlîhev dikin, dê her şev bi êşeke ku jê re dibêjin "zarokên min" re razin.
Welat niha albumek e ku ji emrên nîvcomayî pêk tê. Eger em li ser rûpelên ku bêyî bişewitin em nikarin bi destên xwe biqulibînin, li ser nameyên ku hatine nivîsandin û nehatine şandin, li ser bermayiyên jiyanên ku di pakêtan de radestî malan tên kirin, nikaribin tiştekî bêjin, dibe ku wateya li ser mirovayetiyê di bîreke kûr de winda bibe.
“Eger em tiştekî nebêjin ziman dê ji xwe şerm bike”
Eger em tiştekî nebêjin ziman dê ji xwe şerm bike û ew tîpên ku wê me hemûyan rizgar bikin, dê di bahozekê de li peravê bikevin û belav bibin.
Eger em bêdeng bimînin. Eger ez bêdeng bimînim. Nikarim bêdeng bimînim, soza min ji aştiyê re heye.
Mirov dikare gelek tiştên ku şaş hatine danîn, rast bike. Mînak, dikare cihekî ava bike ku ji asmanê wê tenê çûk derbas dibin.
Mirov dikare bifikire ku mirov çi ye. Jiyaneke bêyî cudahî û sînoran, mînak, huner dikare li ser vê yekê bifikire.
“Soza min ji aştiyê re heye”
Soza min ji aştiyê re heye. Soza min ji aştiyê re heye. Eger em bixwazin, her tiştê ku me di rêyên tarî de winda kiriye dê were dîtin. Gund û bajarên ku ji goristanan hatine çêkirin, dê biguherin.
Li cihên şewitandî, dê dîsa giya şîn bibe. Eger em destên xwe bidin hev dilovaniya ku demeke dirêj di nav êşekê de maye dê me hemûyan baş bike.
Soza min ji aştiyê re heye. Soza min ji aştiyê re heye. Soza min ji aştiyê re heye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse