Firat Cewerî: Min xwe spart gotinê lê gotina me qedexe bû

27-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan Firat Cewerî Stenbol Panel
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvan Firat Cewerî ku 40 sal in li Swêdê dijî, li Stenbolê bi xwînerên xwe re rûnişt û gotûbêjek li ser jiyan û wêjeya xwe kir.

Di panelê de ku li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji hêla Wêşanxaneya Avestayê û bi moderatoriya Alî Duran Topuz hat lidarxistin, nivîskar Cewerî serpêhatiyên xwe yên sirgûnî û nivîskariyê rave kirin.

Nivîskar û helbestvan Firat Cewerîgot:

“Dema min dest bi helbestnivîsînê kir deftereke min hebû û min helbestên xwe lê dinivîsîn.

Dema ku leşker diavêt ser malê, min ew defter diavêt ser dayika xwe û wê jî ew di paşila xwe de vedişart.

Dema ku min biryar da ez ji welêt derkevim, min hemû helbestên xwe jiberkirin û tenê sernavên wan min li kaxêzekê nivîsîn û min xiste ber piziya şalê xwe û ez bi wî awayî çûm Sûriyeyê.

Dema ez li Swêdê dijiyam jî min daktîloyek stand û ew nivîsin.

Min ew hemû helbestên xwe yên ku ji ber kiribûn wekî kitêb çap kir.

Dema ez li wir çûm cem polîsan û ji min pirsîn bê ka ez çi karî dikim, min got ez helbestvan im.

Polîs li ber min rabû ser xwe û bişkokên xwe girtin û rêzeke zêde nîşanî min da.

Ez li welatê xwe ji polîsan reviyabûm lê li vir polîsan qîmet da min.”

“Edebiyata modern a Kurdî li Swêdê dest pê kir”

Cewerî di gotara xwe ya sernavê “Min xwe spart gotinê lê gotina me qedexebû” bû de amaje pê kir ku divê ajansên danasîna edebiyata Kurdî hebin da ku edebiyata Kurdî li cîhanê belav bibe.

Herwiha Cewerî got ku edebiyata modern a Kurdî li sirgûniyê, li Swêdê dest pê kiriye û anî ziman:

"Pêdiviya me ji bo geşkirina edebiyatê bi weqif û saziyên cuda heye û divê dayîna xelatên edebiyata Kurdî jî dest pê bikin.

Dewlemendên Kurdan û sazî hene û eger xelat bêne dayîn dê edebiyata Kurdî geştir bibe û bibe navdewletî.”

Panela Firat Cewerî bi beşdariya hejmarek nivîskar, weşanger û xwînerên wî û herwiha komeke xwende û naskiriyên Swêdî bi rê ve çû.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Firat Cewerî li Stenbolê panelek li dar xist

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst