Rêvebirê Qamar Energyê: Iraqê pêwîstî bi Kurdistanê heye

01-10-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Petrol Iraq Kerkûk-Ceyhan
A+ A-

Rêvebirê Qamar Energyê Robin Mills diyar kir ku Bexda dê ji bo heyameke din a dirêj xeta boriya petrol Kurdistan-Ceyhanê bikar bîne û got: “Başbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de te wateya ku rêjeya hinardekirina petrol Iraqê dê zêde bibe.”

Robin Mills bibîr xist ku berî şerê DAIŞê xeta boriya Kerkûkê nedihat bikarnîn û wiha pê de çû: “Iraq dixwaze petrola xwe bi xetên xwe bo bazara cîhanê veguheze, lê destê wê girêdaye. Çimkî cihên ku xetên boriyê derbas dibin ji aliyê ewlehiyê ve metirsî li ser hene. Berevajoyê wê, xeta boriya Kurdistanê bi temamî tê parastin û ewle ye. Lewma hevsengiya li Iraqê hate guhertin.”

Mills destnîşan kir ku qebareya petrola Herêma Kurdistanê zêde bûye û got: “Niha rojane 400 bermîl tê hilberîn û tê pêşbînî kirin ku piştî çend mehên din ev rêje dê bigiheje 450 bermîl petrol.”

Rêvebirê Qamar Energyê Robin Mills di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê de behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û mijara petrolê kir.

Rûdaw: Tê pêşbînîkirin ku herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê di mijarên petrol û bûdçeyê de li hev bikin. Bi nêrîna te astengiya sereke ya li pêş çareserkirina pirsgirêkan çi ye?

Robin Mills: Di halê hazir de rekevtinek di navbera herdu aliyan de heye. Hikûmeta federal a Iraqê bûdçeya Herêma Kurdistanê dişîne, di beramber de rêveberiya Hewlêrê di çarçoveya rêkevtinê de  bi qasî bûdçeyê petrolê hinarde dike. Bêguman di beramberî vê yekê de dahata wê jî çêdibe. Herhiwa beşek ji petrola bîrên Iraqê bi xeta boriyên Herêma Kurdistanê bo bazara cîhanê tê veguhestin.

Weke hûn jî dizanîn Iraq, nikare petrola xwe bo Tirkiye û welatên Ewropayê bişîne. Bêguman di vî warî de hêsankarî ji rêveberiya Bexdayê re tê kirin, lê pirsgirêka kontrolkirina petrolê heye. Bexda di vê mijarê de niha bêdeng e, lê em dizanîn ku di demên pêştir de hikûmeta Bexdayê ji bo dosyaya petrolê bi temamî (petrola Herêma Kurdistanê jî) bikeve di destê wê de, dê hinek pêngavan bavêje. Lewma ez di wê baweriyê de me ku Bexda dê careke din vê mijarê bîne rojevê.

Çavkaniyên pêbawer ên li Bexdayê dibêjin ku Herêma Kurdistanê bêyî ku dosyaya enerjiyê radestî Iraqê bike ji Bexdayê bûdçeyeke zêde werdigire. Herwiha ew îdia dikin rêveberiya Hewlêrê ji pişka xwe zêdetir bûdçeyê distîne. Ez dibêjim ku Adil Ebdulmehdî dê vê rewşê berdewam bike. Ew ji aliyeke ve dixwaze Iraq yek perçe bimîne û ji aliyeke din ve jî dixwaze rewşa li Herêma Kurdistanê aram be. Lê rastiyeke din jî heye ku heta hetayê Adil Ebdulmehdî dê weke serokwezîrê Iraqê nemîne. Dibe ku helwesta hikûmetên din cudatir bin.

Ligel zêdekirina dorpêçên Amerîkayên yên bo ser rêveberiya Îranê, li welatên Kendavê krîz derket. Bi nêrîna te xeta boriya Kurdistan-Ceyhan dikar ji Iraqê bibe vebijarteke hinardekirina petrolê?

Bêguman xeta boriya Kurdistanê gelek girîng e. Hikûmeta Iraqê ji bo hinardekirina petrolê ti rêyeke din an jî alternatîveke din nîne. Di halêhazir de beşek ji petrola Iraqê bi xeta petrola Kurdistanê bo bazara cîhanê tê veguhestin. Derfetên zêdekirina rêjeya hinardekirina petrolê hene. Qebareya veguhestina xeta boriya petrola Kurdistanê rojane zêdeyî milyonek bermîl e. Du rê li ber hikûmeta Bexdayê hene ku bikare rêjeya hinardkirina petrola xwe zêde bike; yekem dikare çend bîrên petrola xwe xeta Kurdistanê ve girê bide. Duyem jî çakkirina xeta boriya Kerkûkê ye. Weke hûn jî dizanîn ev xet di heyama şêrê DAIŞê de hatibû xirakirin. Eger peywendiyên xwe ligel Hewlêrê xweş bikin dikarin bi rêjeyeke zêdetir petrola xwe bo bazarên cîhanî veguheze.

Tê gotin ku rêveberiya Bexdayê ji bo çakkirina xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê di demeke nêzîk de dest bi xebatan dike. Ji bo çalakirina vê xetê jê re çend dem pêwîst e?

Wezîrê berê yê petrola Iraqê Abdulcebar Leibî ragihandibû ku ji bo çakkirina xeta boriyê rêkevtin hate kirin. Lê ez nizanim di vê mijarê de pêşketinek heye an nîne. Wek xuya dibe ti gav nehatine avêtin. Weke din jixwe cihên ku xeta boriya pê re derbas bibin, ji aliyê ewlehiyê ve metirsî li ser hene. Lewma divê em hêvî nekin di demeke nêzîk de xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dê bê çakkirina û dest bi veguhestina petrolê bike.

Di salên pêş me de eger ku xeta boriya Kerkûkê were çakkirin û dest bi kar bike, bandora wê dê li ser xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê hebe?

Rêveberiya Bexdayê dixwaze bi xeta xwe, petrola bîrên li Kerkûk û cihên din hinarde bike, lê destê wê girêdaye û metirsî li ser wê xetê heye. Çimkî cihên ku xetên boriyê derbas dibin ji aliyê ewlehiyê ve metirsî li ser hene. Berevajoyê wê xeta boriya Kurdistanê bi temamî tê parastin û ewle ye. Lewma hevsengiya li Iraqê hate guhertin. Eger were bîra we çend caran xeta boriya Kerkûkê pêştir şerê DAIŞê rastî êrîşan hatibû. Lewma em dikarin bibêjin pêştir DAIŞê jî ewlehiya wan herêman nebû.

Tu rêkevtinên petrolê yên Herêma Kurdistanê çawa dibînî? Em dikarin bibêjin ku ew di rêkevtinên xwe de serkevtî ne?

Piraniya rêkevtinên Herêma Kurdistanê li gor sîstema şirîkatiya dahatê hatine kirin. Ji bo bala weberhênan bikîşine, ew sistemeke serkevtî ye. Ji bo wam rêkevtinan, xebatên lêgerîna petrolê gelek zêde bûn. Bîrên mezin ên petrolê hatin dîtin û hilberîna petrolê dest pê kir. Di çarçoveya rêkevtinan de bi awayekî dadmend dahat bi ser kompaniyan ve tê dabeşkirin. Herwiha beşek ji dahata petrol bo hesabê Herêma Kurdistanê tê veguhestin. Lewma em dikarin bibêjin hevsengiyeke serkevtî heye. Ji bo çakkirna hinek xetên biçûk ên petrolê pêwîstî bi bernameyên handanê hene.

Ez bawer nakim ku kompaniyên li Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên wan derbarê naveroka rêkevtinan de hebin. Ew piranî rûbirûyê du pirsgirêkan dibin. Yekem pirsgirêka wergirtina pereyan heye, minak ji bo pêdanê pêwîstî bi demê heye û divê bo heyemake ew kompanî li benda wergirtina pereyan bimînin. Pirsgirêka din jî ew e ku kompanî ji bo pêşxistina bîrên petrolê li benda destûrnameyê ne, lê hêj daxwazin wan nehatine bicihkirin. Ji bo pêşxistina vê kertê divê destûrname ji çend kompaniyên petrol û gaza sirûştî  re were dayîn.

Tu rêkevtinên Herêma Kurdistanê û Iraqê çawa dibînî, bi nêrîna te kîjan serkevtîtir e?

Rewşa wan gelek ji hev cudaye. Herêma Kurdistanê ji aliyê petrolê herêmeke nû ye, heta sala 2005ê jî tenê çend birên wê yên petrolê hebûn. Li Başûrê Iraqê rewş cuda ye, çimkî li wê derê kêlgehên mezin ên petrolê hene û bi salan e tê hilberîn û bo welatên din tê hinardekirin. Li wan deran bîrên mezin ên weke Rumeyle, Zubeyir û Barî Qornayê hene. Lewma divê Herêma Kurdistanê mercên baştir pêşkeşî kompaniyên tekîldar bike. Mercên Iraqê ji bo kompaniyan giran tê, hinek kompanî dibêjin ti qezenceke wan nabe. Herwiha hejmareke kompaniyan çalakiyên xwe bi temamî rawestandine. Minak Shell Iraq tevahiya çalakiyên xwe yên petrolê rawestandine. Kompaniya Occidentalê jî li Iraqê çalakiyên xwe sekinandiye. Gelek kompanî ji ber ku qezenca wan nebûye ji bazara Iraqê derketine. Iraq dê pêdeçûna ligel mercên xwe bike û ji nû ve li ser rêkevtina bixebite. Rêkevtina pêncem a petrolê, par hinek cudahiyên xwe hebûn, her çend ew nebêjin hilberîna hevbeş jî, lê dema mirov temaşeyê rêkevtinê bike dê bibîne ku têde hilberîna şirîkatiyê heye.

Rêkevtinên bi vî awayî, ji bo bixwevekişandina Kurdistanê baştir in?

Rêkevtinên li ser şirîkatiya hilberînê baştir in. Rêkevtinênbi vî awayî her tim weberhênan ber bi xwe dikişîne. Bergiriyên di nav rêkevtinê de hatine başkirin. Derfeta guhertina hejmaran heye. Minak dikare qezenca hinek bîrên petrolê zêde bibe, ev nabe pirsgirêk. Herwiha ev rêkeftin dê diyar bike kîjan kompanî dê li Kurdistanê kar bike. Wate eger hûn di kêlgeheke biçûk de kar bikin kompaniyeke di asta cîhanî de dê nekare were li cihê hûn li kar dikin ji destê we derxine.

Tê gotin li Herêma Kurdistanê weke petrolê dê kerta gaza sirûştî jî were pêşxistin. Derbarê vê yekê de çi dibêjî?

Li Herêma Kurdistanê bo heyameke kerta gaza sirûştî rawesta, lê niha li çend deveran hilberîna gaza sirûştî tê pêşxistin. Divê di destpêkê de bi qasî pêwîstiya Kurdistanê bê hilberîn. Piştre dê jixwe diyar bibe ka Herêma Kurdistan gihîşte asta ku gaza sirûştî hinarde bike. Di sala 2013an de ligel Tirkiyê bo hinardekirina gaza sirûştî rêkevtinek hat kirin. Herwiha li ba Iraqê jî daxwaz çêbûye ku hinardekirina gaza sirûştî zede bike ji bo wê pêk bîne dibîne ku pêwîstî bi rêkevtinên nû heye. Li gor sala 2013an guhertineke berbiçav heye. Dibe ku weke berî 6 salan pêwîstiya Tirkiye bi gaza sirûştî nebe. Tirkiye gaza sirûştî ji Rûsyayê werdigire herwiha ji bo xeteke nû jî kar dikin. Tirkiye herwiha gaza sirûştî ji Îran û Azerbaycanê jî distîne. Lewma di vê bazarê de rikeberiyeke tund heye, ji ber vê yekê jî baştir e Herêma Kurdistanê ligel Iraqê tevbigere. Ev gav dê di berjewendiyê herdu aliyan de be.

Nerînên te derbarê rêkevtina ligel Rosneftê de çi ne, tê gotin di demeke nêzîk de dest bi kişandina xeta boriyê were kirin, bi baweriya te ev proje dên kengê bikev kar?

Eger Rostneft ji bo vê pêngavê amade be, ev pêşketineke girîng e. Lê divê ligel Rûsyayê derbarê gaza sirûştî de rêkevtineke din were pêkanîn. Rostneft berî xeta boriya dane, dixwaze bizane bazar bo gaza sirûştî heye yan nîne. Herwiha pêwîst e Tirkiye jî destûrê bide ku xeta boriya Kurdistanê bi xeta boriya wê ve bê girêdan.

Li herêma Kurdistanê îsal hiberîna petrolê di çi astê de ye?

Niha li Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol tê derxistin. Qebareya îsal a hişberîna petrolê li gor par zêdetir bûye. Minak li bîrên petrolê yên Tawkeyê qebareya hilberînê bi awayeke berbiçav zêde bûye. Herwiha li bîrên Etrûş, Xurmalayê û çend bîrên din ên biçûk jî qebareya hilberînê zêde bûye. Berdewamiya geşedana hilberînê girîng e, çimkî beşek ji bîrên gelek kevin bûne. Em dikarin weke minak bîrên Teq Teqê nîşan bidin. Li hinek bîran piştî asta herî bilind, hilberîn dê hêdî hêdî kêm bibe.

Qebareya rafineriyên Herêma Kurdistanê di çi astê de ne, dikare bibe beşek girîng a bazara cîhanê?

Bi min niha demê wê yekê ye ku qebareya xwe zêde bike. Dikare hinek berhemên petrolê hinarde bike. Hinek berhemên ji bîrên di bin kontrola Iraqê de bo Herêma Kurdistanê têne veguhestin û piştî paqijkirinê dîsa radestî Iraqê dikin. Ji bo zêdekirina qaliteyê pêwîstî bi zêdekirina qebareyê heye. Di dawiya îsal de derbarê rûnê reş de biryareke were dayîn û li gor wê biryarê dê hêdî keştî rûnê reş bikarnehênin. Ji ber vê yekê jî di dawiya salê de dê nirxê petrolê dakeve. Kompaniyên ji rêzê yên petrolê bi rêjeyeke zêde petrola reş hildiberîn, lewma ji ber vê yekê dê berê xwe bidin benzîn û motorînê.

Bi te Herêma Kurdistanê di sala pêşiya me de dê bikare qebareya xwe zêde bike?

Niha rojane 400 bermîl tê hilberîn û tê pêşbînî kirin ku piştî çend mehên din ev rêje bigiheje 450 bermîl petrol. Li bîrên Etrûş û Şêxan petrola giran tê hilberîn, xerciyên wê zêdene. Lewma di pêştir de divê lêgerina petrolê dest pê bike û ji bîrên nû petrol were hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst