Serokê Fraksiyona Partiya Çep (Die Linke) a li Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Jan van Aken ragihand ku êrişên li Helebê yên li dijî Kurdan "tawan in" û divê "bi awayekî zelal" werin şermezarkirin.
Van Aken got, "Bêdengiya hikûmeta Almanyayê ji bo wê yekê ye ku xeyala hebûna aştiyê li Sûriyeyê bikin da ku penaberan dersînor bikin."
Serokê Fraksiyona Partiya Çep Jan van Aken dilgiraniya xwe ya li ser rewşa taxên Kurdan ên Helebê anî zimên û got:
"Bê guman divê ew êrişên ku hikûmeta Şer (Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer) li Helebê li dijî Kurdan dike bên şermezarkirin.
Bi baweriya min, divê em li Almanya û Ewropayê bi awayekî zelal vê yekê şermezar bikin."
Aken derbarê helwesta fermî ya welatê xwe jî got:
"Ez vê yekê ji Şansolyeyê welatê xwe çaverê dikim, her wiha ji Ursula von der Leyenê jî çaverê dikim ku niha li Sûriyeyê ye. Nabe mirov van êrişan qebûl bike."
"Bêdengî durûtî ye"
Siyasetmedarê Alman, sedema bêdengiya welatên Ewropayê û bi taybetî ya Almanyayê ya li hemberî êrişên li ser Kurdan bi mijara penaberan ve girê da û biland:
"Tirsa min ew e ku hikûmeta Almanyayê û Ewropayê bibêjin 'Em wisa tevdigerin ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê gelekî baş e û aştî heye, da ku em karibin xelkekî zêde dersînor bikin.
Li gorî îdeolojiya rastgir a Almanyayê, divê Sûriyeyî bên dersînorkirin, lewma pêdiviya wan bi xeyaleke wisa heye ku qaşo li Sûriyeyê aştî heye."
Rûdaw: Wekî Serokê Fraksiyona Partiya Çep, helwesta we li ser êrişa Artêşa Sûriyeyê ya li ser taxên Kurdan ên Helebê çi ye?
Jan van Aken: Bê guman divê ew êrişên ku niha hikûmeta Şer li Helebê li dijî Kurdan dike bên şermezarkirin. Bi baweriya min, divê em li Almanya û Ewropayê bi awayekî zelal şermezar bikin. Ez vê yekê ji Şansolyeyê welatê xwe çaverê dikim, her wiha ji Ursula von der Leyenê jî çaverê dikim ku niha li Sûriyeyê ye. Nabe mirov van êrişan qebûl bike.
Rûdaw: Bi baweriya we, ev binpêkirina yasayên navneteweyî ye?
Jan van Aken: Ez nikarim li ser yasayên navneteweyî biaxivim, ji ber ku ev mijareke navxweyî ye lê bê guman ev tawan e. Ne tenê tawan e li dijî mirovahiyê, belkî tawan e li dijî yasayên Sûriyeyê jî. Ya girîng ew e ku em li Ewropayê wê peyamê bidin Şer ku ev nayê qebûlkirin.
Tirsa min ew e ku hikûmeta Almanyayê û Ewropayê bibêjin 'Em wisa tevdigerin ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê gelekî baş e û aştî heye, da ku em karibin xelkekî zêde dersînor bikin.' Sedema rasteqîn a bêdengiya Merz ev e. Bi baweriya min ev tersonokî û durûtî ye.
Rûdaw: Bi baweriya we berpirsyariya Almanyayê çi ye di demekê de ku li Sûriyeyê êrişî pêkhateyan tê kirin? Niha êrişên tund li ser Kurdan hene.
Jan van Aken: Eger li cihekî cîhanê kêmîne ji aliyê hikûmetê ve bên çewisandin û êriş li ser wan were kirin, heta wê asta ku bi awayekî leşkerî êrişî wan bikin û wan bikujin, wê demê divê hikûmeta Almanyayê xwedî helwesteke eşkere be û şermezar bike. Pêwîst e siyaseta paşerojê jî li gorî vê yekê biguherin. Li vir kesekî me heye ku şer li dijî kêmîneyên xwe dike, nabe êdî bê merc alîkarî jê re were kirin.
Rûdaw: Hûn wekî Partiya Çep, çi daxwazê ji hikûmeta Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê dikin?
Jan van Aken: Bi baweriya min, em li Almanyayê, Hikûmeta Federal û Ewropayê hewceyî gotina zelal û şermezarkirina eşkere ne. Her wiha peyameke zelal ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ku jê re were gotin: "Ev cihê qebûlkirinê nîne û eger hûn di kuştina kêmîneyan de berdewam bin alîkariya we nayê kirin."
Rûdaw: Hûn agahdar in ku Kurdan li şûna cîhanê şerê DAIŞê kir, niha Kurd rûbirûyî komkujiyê dibin, çima cîhan tenê temaşe dike?
Jan van Aken: Bi baweriya min sedema ku Almanya tenê temaşe dike, pêwendî bi wê yekê ve heye ku desthilateke rastgir hukim dike û dixwaze hejmareke zêde ya Sûriyeyiyan ji Almanyayê dersînor bike, her çi qasî ew xwedî dahat in û çendîn sal e li vir in û kar dikin.
Lê li gorî îdeolojiya rastgir a Almanyayê, divê Sûriyeyî bên dersînorkirin. Lewma pêdiviya wan bi xeyaleke wisa heye ku qaşo li Sûriyeyê aştî heye. Ji ber vê yekê hikûmeta Almanyayê temaşe dike. Bi baweriya min ev xirab e.
Rûdaw: Peyama cenabê we çi ye ji bo xelkê Heleb û Rojavayê Kurdistanê?
Jan van Aken: Xelkê Heleb û Rojavayê Kurdistanê divê zanibin ku em wekî Partiya Çep a li Almanyayê bi wan re ne. Ez bi xwe çend caran li wir bûm. Em hevbeşê xema we ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse