Partiya Çep a Almanyayê: Kurd li Helebê ji ber ku Kurd in tên qirkirin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cansu Ozdemîr Almanya Kurd Heleb Qirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ya Kar û Barên Derve Cansu Ozdemîrê, dilgiraniya xwe li hemberî bêdengiya hikûmeta welatê xwe ya li ser bûyên li Helebê nîşan da û got, "Kurd li wê derê ji ber ku Kurd in tên qirkirin."

Berdevka Partiya Çep a Kar û Barên Derve Cansu Ozdemîrê îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa Helebê de peyamek belav kir.

Ozdemîrê di parvekirina xwe de diyar kir, "Wêne û vîdeoyên ji Helebê tên tirsnak in. Xelk li wê derê hatine şkencekirin, revandin û kuştin."

Cansu Ozdemîrê her wiha destnîşan kir, "Kurd tên qirkirin ji ber ku Kurd in."

"Hevparên nû yên îslamîst"

Siyasetmedara Kurd rexne li hikûmeta welatê xwe girt ku ji bo rêlibergirtina wan êrişan tevdîrên pêwîst wernegirtine û got:

"Hikûmeta Federal bêdeng e ji ber ku terorîstên Îslamîst hevparên wan ên nû ne."

Şerê li Helebê

Sêşema borî, Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên bajarê Helebê kiribû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) yên wan taxan jî ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, bersiva êrişan dabû û rûbirûyî wan bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst