Li gundê Til Nesrî yê Til Temir berî ku DAIŞ êrîşî wî gundî û navçeyê bike, hejmareke zêde ya Aşûriyan lê hebûn lê piştî ku DAIŞ êrîş kir piranî derketin, niha li wî gundî tenê malbatek ku ji 6 kesan pêk tê dimînin.
Li wî gundî kenîseyeke bi navê Kenîseya Meryem Ezraa heye, di sala 2015ê de DAIŞê ew kenîse teqand. Sergûn Silêw ku yek ji Mesîhiyên wî gundî ye, ji Rûdawê re behsa dema hatina DAIŞê û rewşa Aşûrî û navçeyê dike.
Sergûn Silêw dibêje, heta niha jî rewş li gundên wan li navçeya Xabûrê ne aram e ji ber ku bi awayekî berdewam rastî topbarnkirina Tirkiya û grûpên çekdar tên.
Rûdaw: Di destpêkê de dixwazim tu li ser çîroka vê kenîseyê biaxivî. Sala 2015an, ev kenîse hate wêrankirin, DAIŞ ew teqand. Dîroka vê kenîseyê vedigere kîjan sal û serdemê?
Seryon: Seryon Seyo, endamê Encûmena Gelê Aşûrî, ji xelkên gundê Til Nesrî. Yekem kenîse li vî gundî hate dîtin, derdora sala 1934an bû, Kenîseya Meryem Edraa bû, ji destpêka ku Aşûrî ji Iraqê koçberî Sûriyê bûn. Sala 2000î, xelkên gund xwest ku kenîseyeka mezin ava bikin, ji ber ku kenîseya kevn, biçûk bû. Di 2005an de avahiya wê kenîsteyê bidawî bû û bi amadebûna zanayên olî yên Misilman û Kiristiyan û rîspiyên navçeyê, hate vekirin.
Di sala 2015an de, em ji aliyê grûpên terorîst ve, DAIŞ û yên weke wê, rastî êrîşeke hovane bûn. Wan gund wêran kirin û berhemên çandiniyê şewitandin û mal wêran kirin, di nav de jî, nêzîkî 10 kenîse. Mezintirîn kenîse jî, Kenîseya Xatû Edra bû, sala 2015an, roja Cejnê bû, demjimêr heşt û çarîkek ji sibehê.
Yekem roja Cejna Qiyametê bû, dema ku wan ev kenîse teqand. Gelo ti poroje heye ji bo nûavakirina vê kenîseyê heye?
Kenîseya kevin dibistanek bû, dema ku ev kenîseya nû kete kar, ev kenîseya ku aniha hûn dibînin. Aniha me kenîseya kev nûjen kir û ew xiste kar, heta ku em careke din vê kenîseyê ava û nûjen bikin. Em ji bo avakirinê amade ne, tenê em li benda biryara birêz Metran in.
Dema ku DAIŞê ev kenîse teqand, hûn li kûderê bûn? Hûn li kîjan navçeyê bûn, hûn ji gundê xwe derketibûn, dema DAIŞ derbas bû û ev kenîse teqand?
Em hatibûne dabeşkirin. Beşek li Til Temir bû, ez jî yek ji wan bûm. Beşek jî li Qamişlo, û beşek li Hesekê û beşek li Şamê û beşek li Beyrûtê bû. Ev dabeşbûna cografî ya xelkên gund bû, di roja teqandina kenîseyê de.
Piştî çend rojan ji hatina DAIŞê û dagîrkirina vî gundî, wê ev kenîse teqand?
Derdora du mehan.
Ji bilî wê, çi ne ew cih û tiştên pîroz li gund ku DAIŞê ew teqandin, şewitandin yan dizîn?
Helbet, mezintirîn tişt li gund teqand, kenîse bû, Kenîseya Meryem Edraa û derdorê bû. Hejmarek ji malan jî şewitandin, herwiha bi sedema topbaranê jî wêran bûn..
Berî ku DAIŞ derbasî gund bibe, hejmara xelk û nişteciyên Aşûrî li gund çend bû? Çend malbat jî li vê derê man?
Hejmara nişteciyên gundê Til Nesrî, derdora 1200 heta 1250 kesî bû, ji sala 2011 heta 2012an. Sala 2015an, piştî êrîşa hovane ya DAIŞê li ser gundên başûrê Xabûr, gundên bakurê Xabûr, di nav de jî Til Nesrî, koçberî Til Temir, Qamişlo û Hesekê bûn.
Niha çend malbatên Aşûrî li gund mane?
Derbarê gundê Til Nesrî, derdora 22 malbat lê hene. Tenê 6 kes li gund niştecî dibin.
Şeş kes, ji yek malbatê?
Em yek malbat in, lê pismam û mixaletî ne. Li ser herdu keviyên Çemê Xabûr 34 gund in. Gundên ku niştecî lê hene, derdora 15 gundan in. Navend Til Temir e, derdora 250 heta 300 malbatê ne. Li Hesekê jî derdora 150 malbatê ne. Li Til Tewîl jî derdora 30 malbatê hene. Un Giryan jî nêzîkî 35 malbatê lê hene, Li Tecemmui jî nêzîkî 25 malbatê hene. Li Til Fêde jî 5 malbat hene. Wiha belavbûyî ne, li gorî gundan.
Berî ku ev rewş li Sûriyê bibin, bi giştî, êrîşa DAIŞê jî, sala 2015an pêk hat, çend malbatên Aşûrî hebûn?
Hejmara wan derdora 11 hezar heta 13 hezar kesî bû.
Piraniya wan derketin derve?
Ji sedî 85 koçber bûn. Niha ji sedî 15 hene.
Baş e, çi rewşên ewlehî hene ku li van gundên we dibin, bi taybetî, topbaran li ser heye yan jî jî rewş aram e?
Bi rastî rewş ne aram e. Weke mînak, duh û îro, ji aliyê grûpên terorîst ve, bi piştgiriya Tirkiyê, gundên me hatin topbarankirin.
Bêhtirîn gundên ku rastî topbaranê dibin, li vê navçeyê, kîjan in?
Gundê Um Elkêf ê Aşûrî û gundê Til Tewîl û hingundên din.
Ev gund bêhtir rastî topbaranê dibin?
Ev gundên Aşûrî ne, li ser hêla sînorî ne.
Spas...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse