Jürgen Hardt: Xwefesixkirina PKKyê derfeteke dîrokî ye

15-05-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Ala Şalî û Jürgen Hardt \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ala Şalî û Jürgen Hardt \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Jürgen Hardt Şerê PKK û Tirkiyeyê Almanya Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Siyaseta Derve yê Xirîstiyan Demokrat (CDU/CSU) yê Parlamentoya Federal a Almanyayê Jürgen Hardt, diyar kir ku xwefesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî "guherîneke dîrokî" ye.

Jürgen Hardt dibêje ev gav dikare bibe sedema aramkirina pêwendiyan di navbera Kurdan û Hikûmeta Tirkiyeyê de.

Jürgen Hardt diyar dike ku Almanya dikare wekî navbeynkar roleke erênî di vê pêvajoyê de bilîze û ronahiyê dixe ser pirsa koçberan û siyaseta parastina sînoran a Almanyayê.

Jürgen Hardt her wiha got: "Ez hêvî dikim ku ev bibe guherîneke dîrokî ku pêwendiyên di navbera Kurdan û Hikûmeta Tirkiyeyê û aram bike û dest ji bikaranîna tundiyê li hemberî hev berdin. Bi baweriya min ev dê bibe mercekî sereke ku Kurd li Tirkiyeyê bikaribin ziman û çanda xwe wekî welatiyên dewleta Tirkiyeyê vejînin û bi wekhevî beşdarî hemû pêvajoyên demokratîk û siyasî yên li Tirkiyeyê bibin."

Di bersiva pirsekê de ka gelo Pirsgirêka Kurd bi neman PKKyê çareser dibe, Hardt got: "Dibe guherîneke bi qîmet, eger bi rastî bibe îhtimala çareseriyekê. Di pêşeroj de min ti pêşketina di vê astê de li cem Kurdan nedîtiye, ji ber vê ez hêvîdar im ku rewşa Kurdan li Tirkiyeyê bi giştî bê guhertin."

Hardt li ser rola Almanyayê di pirsa PKK û Tirkiyeyê de dibêje, "Bernameyeke me ya baş heye ku wekî alîkar û navbeynkar ji bo pêşketineke erênî amade bin."

Jürgen Hardt li Parlamentoya Federal a Almanyayê ji Nûçegihana Rûdawê  Ala Şaliyê re axivî.

Deqa hevpeyvîna Jürgen Hardt û Ala Şaliyê wisa ye:

Rûdaw: Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê, pirsa min a yekem ev e, xwefesixkirina PKKyê ji bo Enqereyê wateya wê çi ye?

Jürgen Hardt: Ez hêvîdar im, ev bibe guherîneke dîrokî ku pêwendiyên di navbera Kurdan û Hikûmeta Tirkiyeyê de aram bike û dest ji bikaranîna tundiyê li hemberî hev berdin. Bi baweriya min ev dê bibe mercekî sereke ku Kurd li Tirkiyeyê bikaribin ziman û çanda xwe wekî welatiyên dewleta Tirkiyeyê vejînin û bi wekhevî beşdarî hemû pêvajoyên demokratîk û siyasî yên li Tirkiyeyê bibin.

Rûdaw: Birêz hûn di wê baweriyê de ne Pirsgirêka Kurdan bi xwefesixkirina PKKyê li Tirkiyeyê çareser bibe?

Jürgen Hardt: Dibe guherîneke bi qîmet, eger bi rastî bibe îhtimala çareseriyekê. Di pêşerojê de min ti pêşketina di vê astê de li cem Kurdan nedîtiye, ji ber vê ez hêvîdar im ku rewşa Kurdan a li Tirkiyeyê bi giştî bê guhertin.

Rûdaw: Gelo Almanya dikare çi rolekê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bilîze?

Jürgen Hardt: Bi dîtina min, pêwendiyên me bi civaka Kurd re, bi Kurdên xwedî nasnameya Tirkiyê û her wiha bi Kurdên xelkê Tirkiyeyê re baş in. Li Almanyayê gelek welatiyên Tirkiyê yên bi eslê xwe Kurd hene û li vir bûne beşek ji civak û çanda me. Ji ber vê yekê bernameyeke me ya baş heye ku wekî alîkar û navbeynkar ji bo pêşketineke erênî amade bin. Ji ber vê yekê ez hikûmeta Almanyayê han didim, girîngiyê bide têkiliya me bi Tirkiyeyê re da ku di vê qonaxa navxweyî ya Tirkiyeyê de pêşketineke ber bi çav hebe.

Rûdaw: Birêz hûn dizanin PKK li Almanyayê di lîsteya terorê de ye, ma ji aliyê qanûnî ve çawa dikare PKK ji lîsteya terorê bê derxistin?

Jürgen Hardt: Ev dibe pirsekê ji bo siyaseta navxweyî lê ez bawer nakim ku pêşketineke dûdirêj û aramkirina hêzên Kurdî yên terorîst dê bandorê li nirxandina Yekîtiya Ewropayê bike; siyasetmedarên navxweyî xwendineke hûr ji bo vê dikin.

Rûdaw: Birêz hûn dizanin ku Almanya kontrola sînorên xwe tundtir kiriye, gelo ji aliyê yasayî ve dikarin koçber li ser sînor bên dersînorkirin, ji ber ku niha piraniya welatên cîran ên Almanyayê nerazîbûna xwe diyar kirine.

Jürgen Hardt: Ez bawer dikim ku em vê yekê li gorî yasayên neteweyî, Ewropî û navneteweyî dikin. Ez gelek hez dikim ku di Yekîtiya Ewropayê de sîstemek me hebe ku hevkariyeke wekîhev û li hev hatî ji bo van pirsan bi dewletên hevsînor re pêşkêş bike. Ji ber ku koçber jî ji wan welatan digihîjin sînorên Ewropayê. Di dawiyê de divê em sedemên koçberiyê çareser bikin. Divê Sûriye bibe mînakeke baş ku êdî Sûriyeyî paşeroja xwe û malbatên xwe di Sûriyeyeke aramtir de bibînin. Bi baweriya min, divê em jî di vê mijarê de beşdar bin. Ji bo vê yekê Tirkiye jî roleke girîng dilîze, ji ber ku Tirkiye dirêjtirîn sînorê wê bi Sûriyeyê re heye.

Rûdaw: Di çarçoveya yasaya mafê penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê de, gelo Almanya dikare li ser sînor koçberan dersînor bike?

Jürgen Hardt: Ev pirs niha tê kirin, derfetên taybet ji bo sînoran hene lê sînorê Almanyayê sînorekî navxweyî ye li Ewropayê, ji ber vê yekê ew bi rengekî din tê nîqaşkirin. Derbarê vê de nîqaşên germ hene, ne tenê li Almanyayê lê li ser asta Yekîtiya Ewropayê. Ji bo me hemûyan, ji bo serokê komîsyonê û tevahiya komîsyonê û ji bo Encûmena Yekîtiya Ewropayê eşkere bû ku divê em siyaseta koçberiyê biguherin. Divê em li Almanya û Ewropayê destûrê bidin koçberiya ji bo bazara kar. Divê em derfetê bidin wan kesên ku ji ber sedemên siyasî koç dikin ku bên welatên me. Belê, divê peyameke me ji bo wan kesan jî hebe ku tenê ji bo sedemên aborî û civakî tên vê derê. Şiyana me nîne, pêşeroja ev yek selmandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst