Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Almanyayê Jürgen Hardt, rewşa dawî ya Îranê û Sûriyeyê ji Rûdawê re nirxand.
Hardt bal kişand ser wê yekê ku rejîma Tehranê êdî şansê vegerandina aramiyê winda kiriye û guherîna siyasî li wî welatî neçar e.
Parlamenterê Alman tekez kir ku çareseriya herî baş ji bo parastina yekparçeyî û bipêşketina Îranê, sûdwergirtina ji ezmûna Herêma Kurdistanê ye û got, "Paşeroja Îranê tenê bi modela mîna ya Îraqê pêkan e, yanî divê otonomiyeke xurt ji bo Kurdan û pêkhateyên din hebe."
Hardt her wiha diyar kir ku Kurdên ku pêşengiya xwenîşandanan dikin, dê di sîstema nû ya Îranê de bibin xwedî roleke sereke.
Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şalî û Jurgen Hard wisa ye:
Rûdaw: Birêz Jurgen Hardt, spas ji bo vê demê. Tu endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Federal î û li ser rewşa Îranê û gelek tiştên din agahdar î. Wekî tu dizanî, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got ku Îran di rojên xwe yên dawî de ye. Gelo tu çi dizanî ku em nizanin? Ma tu bawer dikî ku Îran di rojên xwe yên dawî de ye?
Jurgen Hardt: Eger em li rewşa niha ya Îranê binêrin, ew dîmenên dilêş in ku bi sedan mirov tê de hatine kuştin, gelek kes hatine girtin û tirsa me ew e ku ew di dadgehkirinên lezgîn de cezayên giran li wan bibirin... dîsa jî ewqas mirov derdikevin kolanan. Mirov ew qas wêrek in ku vê dikin, bêyî ku ji derve bên handan, tenê ji ber ku zexta li hundirê welat pir mezin e. Ev nîşaneya wê yekê ye ku şansê vê hikûmeta niha ya Îranê nîne ku welat dîsa vegerîne aramiyê û aştiyê. Dibe ku ew karibin xwepêşandanên niha hinekî din jî biçewsînin lê bê guman dê guherînek di mercên siyasî de çêbibe. Hêvîdar im ne bi ewqas rijandina xwînê be wekî ya niha.
Rûdaw: Hikûmeta Almanyayê dibêje em alîkariya xwenîşanderan dikin. Gelo hûn çawa dikarin alîkariya xwenîşandarên Îranê bikin?
Jurgen Hardt: Me îro di Komîsyona Pêwendiyên Derve de li pişt deriyên girtî ev mijar nîqaş kir û em dê vê hefteyê roja înê di Parlamentoya Almanyayê de, di çarçoveya nîqaşeke taybet a li ser Îranê û di saeta siyaseta derve de nîqaş bikin. Me ji hikûmetê xwestiye ku xebatên xwe bidomîne da ku "Pasdarên Şoreşê" (Supaya Pasadaran a Îranê) li Ewropayê wekî rêxistineke terorê bixe lîsteya terorê de. Ev daxwazeke eşkere ya hikûmeta Almanyayê ye ku bi tundî tê şopandin. Me dît ku rejîma cezayan bi awayekî berbiçav hatiye tundkirin. Bazirganiya di navbera Almanya û Îranê de îro ji ya bi Liechtensteinê re, ku welatekî biçûk ê Ewropayê ye, kêmtir e. Yanî hema bêje daketiye sifirê. Her wiha em hewl didin li dijî zextên derveyî sînoran yên alîgirên rejîma Îranê ku li vir zextê li Îraniyan dikin, baştir alîkariyê bikin. Em li ser rêyeke baş in. Di dawiya rojê de, guherîna li Îranê tenê bi destê gelê Îranê bi xwe pêkan e lê dema ku rejîm ket, ew dikarin di avakirina welatekî nû de pişta xwe bidin me.
Rûdaw: Te bal kişand ser xaleke girîng. Hin welat daxwaz dikin ku Amerîka êrişî Îranê neke. Tu di vê barê de çi dibêjî?
Jurgen Hardt: Bi nêrîna min a pêşîn, ev dê bibe binpêkirina hiqûqa navneteweyî lê eger derkeve holê ku rejîm bi mebesta qirkirinê beşên mezin ên gelê xwe dike armanc û dixwaze Îranê bike goristan, li gorî hiqûqa navneteweyî derfeta desttêwerdanê heye. Di vê rewşê de, eger Serokê Amerîkayê biryar bide ku li dijî Supaya Pasdaran yan artêşa Îranê ya ku li dijî gelê xwe şer dike, gavan biavêje, ez ne ew kes im ku vê şermezar bikim. Divê paşê em binirxînin bê ka ew dê di berjewendiya wê armancê de be yan na. Ez nikarim teşwîqa Serokê Amerîkayê bikim, ji ber ku em nizanin encamên neyînî dê çi bin lê ez nabêjim ku ev bi serê xwe li dijî hiqûqa navneteweyî ye û nabe were pêkanîn.
Rûdaw: Di paşerojê de mafên Kurdên Îranê û kêmneteweyên din dê çawa bin? Çi garantî heye?
Jurgen Hardt: Ez bawer dikim paşeroja Îranê tenê bi modela mîna ya Îraqê pêkan e, yanî otonomî û xweseriyeke xurt ji bo komên çandî û etnîkî yên cuda heye ku ji bo bipêşxistina welat bi giştî baş bin. Dema hinek grûp şiyana wan a xwepêşxistinê hebe yên din jî dikarin sûdê ji wan wergirin; mîna Kurdên Îraqê ku karîn xwe bi başî bi pêş bixin û bi vî awayî tevahiya dewletê jî ber bi pêşketinê ve birin. Bi baweriya min, geşedaneke federal û sekuler ji bo Îranê neçar e. Me berî sê salan dît ku bi taybetî hêzên Kurd û sivîlên Kurd bûn ku pêşengiya xwenîşandanên jinan li dijî rejîmê kir. Li bajarên Kurdan xwenîşandanên herî mezin çêbûn. Jixwe sedema sereke jî kuştina jineke Kurd (Jîna Emînî) bû. Ji ber vê yekê Kurd li herêmê û her wiha li Îranê di paşerojê de dê roleke mezin bilîzin û pêwîst e bilîzin.
Rûdaw: Te behsa rola girîng a Kurdan kir lê di heman demê de Kurd li herêmê rûbirûyî tundûtîjî û qirkirinê dibin, wekî me li Helebê dît. Almanya bê deng bû çima?
Jurgen Hardt: Wekî parlamenterên Almanyayê û hikûmeta federal, me bi dilgiranî rewşa Helebê şopand û me zext li hikûmeta navendî ya Sûriyeyê kir ku agirbestekê ragihîne. Em dixwazin hêzên Kurd bibin beşek ji avakirina Sûriyeyê û şerê navxweyî yê di navbera Kurdan û hêzên din de nemîne. Ev dê bibe yek ji mijarên sereke di serdana Serokê Hikûmeta Sûriyeyê (Ehmed Şer/Colanî) de. Em dê piştgiriya xwe bi pêvajoyeke berfireh ve girê bidin ku hemû komên civakî û etnîkî tê de cih bigirin. Helbet berevajî jî em hêvî dikin hemû komên civakî xwe di projeyeke wiha de bibînin. Ez bi rastî jî bawer dikim ku pêdiviya Sûriyeyê bi artêşeke yekgirtî ya di bin desthilateke demokratîk de heye ku dê komên çekdar ên Kurd jî tê de cih bigirin.
Rûdaw: Birêz Hardt, we dît ku li Helebê qirkirin li dijî Kurdan hat kirin. Wezareta Karên Derve ya Almanyayê tenê got em agahdarî hin aloziyan in. Çima hûn bê deng bûn dema ku bi hezaran sivîl hatin kuştin û jin ji avahiyan hatin avêtin?
Jurgen Hardt: Nirxandina berpirsyariyan ji dûr ve, ji Almanyayê zehmet e lê ez bawer dikim ku di berjewendiya geşedaneke baş a Sûriyeyê de, pêwîst e em lêkolînê bikin ka li kû derê binpêkirinên mafên mirovan çêbûne, yên ew hikûmet jî li dijî wê rawestiya. Divê dadperwerî di pêvajoyeke navxweyî ya Sûriyeyê de peyda bibe û yên ku bi navê hikûmetê yan wekî milîs tawan kirine, werin cezakirin.
Rûdaw: Birêz Hardt, biryar e Ehmed Şer serdana Berlînê bike. Hûn dê çawa jê bixwazin ku mafên mirovan û kêmneteweyan li Sûriyeyê biparêze?
Jurgen Hardt: Ez bawer dikim ev dê bibe xala sereke ya nîqaşê bi Serokwezîrê Almanyayê û parlamenteran re. Stratejiya me ew e ku em têkiliyeke baş bi vê hikûmetê re deynin, ji ber ku em hêvî dikin ev hikûmet wê guherîna ku di dema Esed de pêkan nebû, bîne. Em bawer dikin ku em bi vê rêyê dikarin bandorê li ser şêwazê avakirina paşeroja welat bikin.
Rûdaw: Hûn dixwazin kîjan babetan li gel wî gotûbêj bikin?
Jurgen Hardt: Mijara mafên mirovan, avakirina welat û şêwazê beşdariya Sûriyeyiyên li derve dijîn dê were nîqaşkirin. Bi dîtina min gelek Sûriyeyî li Almanyayê dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe, eger alîkariya wan li wê derê bê kirin. Divê em li ser modelên biaqil bifikirin mîna dayîna deynên bêfaîz ji bo avakirina malên wan, eger ew bixwazin vegerin welatê xwe û alîkariya takakesan bikin li şûna ku em pereyên mezin bidin hikûmeta navendî lê pêdivî ye em li ser van ramanan di mehên bê de bifikirin.
Rûdaw: Gelo tu bawer dikî ew dikare wê Sûriyeya ku hûn li bendê ne ava bike? Çima dema tundûtîjî li dijî Kurdan tê kirin welatên rojava bê deng in, di demekê de ku Kurdan li Îraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kir?
Jurgen Hardt: Bi çekên Almanî û piştgiriya Almanyayê bû ku me biryar da, berevajî dehsalên berê, em çekan bidin kesên ku azadiya malbatên xwe û Êzidiyan diparêzin û misoger dikin, tevî ku ew herêmeke ne aram e. Min pêwendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bakurê Îraqê re hebû. Bi dîtina min ev modela hikûmeta otonom a Kurdan a li Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) projeyeke serkeftî ya hevkariyê bû. Belkî mirov bikaribe ku Sûriye û Îran ji vê modela federal fêr bibin ku bi dayîna otonomiya çandî û siyasî avakirina welat çêtir diparêze. Almanya bi xwe jî dewletek federal e; Almanya bêyî Bavyerayê dê çawa be?
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku Ehmed Şer bikaribe wê yekê bike?
Jurgen Hardt: Ez wî (Ehmed Şer) ji nêz ve nas nakim lê di vê gavê de ez kesekî din nabînim ku bikaribe vê erkê bike yan baweriya mirovî pê bê. Ji ber vê yekê divê em baweriya xwe bi wî bînin ku bikaribe pêvajoyeke demokratîk bide destpêkirin ku di dawiyê de rewabûneke demokratîk û kontrola demokratîk li ser deverekê bi rêya parlamentoyekê hebe. Mijara hilbijartinan li Sûriyeyê dê di demeke nêz de bibe rojev.
Rûdaw: Birêz Jurgen Hardt, pir spas ku tu bi me re bûyî. Spas.
Jurgen Hardt: Serçavan, spas
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse