David Shanker: Pevçûna rasterast a Îran û Amerîkayê qediya lê tehdîdên milîsan hîn jî hene

24-06-2025
RÛDAW
David Schenker\ Wêne: Rûdaw Grafîk:
David Schenker\ Wêne: Rûdaw Grafîk:
Nîşan David Schenker Şerê Îran û Îsraîlê Amerîka Donald Trump
A+ A-

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn David Schenker di wê baweriyê de ye ku pevçûna rasterast a di navbera Amerîka û Îranê de piştî êrişa ser Qeterê bi dawî bûye.

Dîplomat û siyasetmedarê Amerîkî hişyariyê dide ku metirsî heye Îran komên girêdayî xwe yên wekî Heşdî Şebî, ji bo êrişkirina ser berjewendiyên Amerîkayê bi kar bîne.

David Schenker bû mêvanê Rûdawê û bersiv da pirsên Şehyan Tehsînê.

Schenker ragihand ku Trump "nêzîkî 100 caran" gotiye ku ew dixwaze vegere dan û standinan.

Piştî ku Îranê wekî tolhildana êrişên Amerîka û Îsraîlê bingeha serbazî ya Amerîkayê li Qeterê mûşekbaran kir David Schenker ragihand ku rewş dişibe ya piştî kuştina Qasim Silêmanî û got, "Bi baweriya min êriş dê rawestin. Îraniyan xwest bi awayekî bersivê bidin lê nexwestin ti kesî birîndar bikin yan bikujin. Rêveberiya Amerîkayê jî dixwaze ev rewş derbas bibe."

Schenker di bersiva pirseke derbarê wê yekê de ku gelo Trump dê bersiva êrişa Îranê bide yan na, got: "Bi baweriya min pir eşkere ye ku Amerîka naxwaze bersivê bide, ji ber ku ti kes birîndar nebûye. Qeteriyan jî bersiva mûşekan da ye û ewma bi baweriya min niha dilê Trump rehet e û pirsgirêka wî nîne."

Ev rewş piştî zincîreyek aloziyan tê. Destpêkê Îsraîlê êrişî 3 bingehên atomî yên Îranê yên Netenz, Fordo û Îsfahanê kirin.

Roja duşemê Tehran û Kerec bi tundî û bi berfirehî hatin bombebarankirin. Di bersivê de, berpirsên pilebilind ên Îranê gefa bersiveke "poşmanker" xwarin lê wan bersiva xwe ya serbazî bi êrişkirina ser bingeheke serbazî li Qeterê sînordar kirin.

Schenker di wê baweriyê de ye ku Îranê ji ber wê yekê Qeter hilbijartiye, ji ber ku dizanî ku ew mûşekên wan nagihin armancê û dê bersiv ji wan re bê dayîn.

Dîplomatê Amerîkayê wisa dibîne ku deriyê dîplomasiyê nehatiye û got,”Trump nêzîkî 100 caran gotiye ku ew dixwaze vegere ser dan û standinan. Bi baweriya min, êrişên van çend rojên dawî yên Îsraîlê û êrişa Amerîkayê, zexteke tam xistiye ser Îranê ku were ser maseya gotûbêjan.

Ev girêdayî wê yekê ye ku Îran çiqasî cidî ye di dawîanîna li meyandina uranyumê de. Eger ew cidî bin, wê demê Trump dê bi Îsraîlê re biaxive û ji wan re bêje rawestin. Eger na, çareserkirina vê pirsgirêkê dê pir zehmet be."

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî da ku dibe Îran komên ser bi xwe ve li Îraqê ji bo êrişan bi kar bîne û wiha domand:

"Eger Heşdî Şebî di êrişên xwe yên dronan de berdewam be, bêguman dê bersiva Amerîka û Îsraîlê hebe, her wekî me di sala 2024an de dît. Ev yek jî alîkariya Îraqê nake."

Schenker li ser bandora şer a li Herêma Kurdistanê got, "Ez ne di wê baweriyê de me ku ev şer bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê bike. Lawazbûna Îranê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş e. Ez kêfxweş im ku Îraniyan êrişî Hewlêr û Eyn Esedê nekir lê bêguman diyar nîne ku di paşerojê de dê vê yekê bikin yan na."

Deqa hevpeyvîna Şehyan Tehsînê û David Schenker wisa ye:

Rûdaw: Îranê wekî tolhildana êrişa 22yê Hezîranê, baregehên serbazî yên Amerîkayê li Qeterê mûşekbaran kirin. Gelo ev yek dê li vir raweste, an dê Amerîka dê zêdetir êrişî Îranê bike?

David Schenker: Bi baweriya min êriş dê rawestin. Ev rewş dişibe wê yekê ku piştî kuştina Qasim Silêmanî qewimî bû. Îraniyan ji Amerîkayê re got, Em dê êriş bikin.’ Wan ji Amerîkiyan xwest ku herêmê vala bikin; wan nexwest ti kesî birîndar bikin yan bikujin. Rêveberiya Amerîkayê jî dixwaze ev rewş derbas bibe lê mirov ti carî nizane gelo dê Îranî komên wekî Heşdî Şebî erkdar bikin ku êrişî Eyn Esed an Hewlêrê bikin, yan jî êrişî dîplomatên Amerîkayê bikin. Bbi baweriya min niha ev yek bi dawî bûye û em ji vê dûr in.

Rûdaw: Yanî li Îraq, Sûriye, Qeter, Behreynê û bi giştî li Rojhilata Navîn metirsî li ser ti bingeheke Amerîkayê nîne?

David Schenker: Bi baweriya min Îraniyan xwest bi awayekî bersivê bidin ji bo ku bersiva wê êrişa Amerîkayê bidin ku li dijî bingehên atomî yên Netenz, Fordo û Îsfahanê kiribû. Dilgiraniyek hebû ku ew êrişên Îranê berfirehtir bibin, her wekî me piştî kuştina Qasim Silêmanî dît ku êrişî Eyn Esed û Hewlêrê hat kirin. Xuya nake ku niha heman tişt biqewime. Dibe ku Îran bike lê wisa dixuye ku niha bi van êrişan rehet in û êdî dê rawestin.

Rûdaw: Trump di postekê de nivîsbû ku “êdî dema aştiyê ye.” Gelo wateya wê ew e ku Amerîka dê bersiva wê êrişê nede?

David Schenker: Belê, bi baweriya min pir eşkere ye ku Amerîka naxwaze bersivê bide, ji ber ku ti kes birîndar nebûye. Her wiha Qeteriyan jî bersiva mûşekan da. Lewma bi baweriya min niha dilê Trump rehet e û pirsgirêka wî nîne.

Rûdaw: Dema Trump got, `Îraniyan em agahdar kiribûn ku dê êriş bikin.` Gelo wateya wê ew e ku Amerîkiyan jî ji Îraniyan re gotibe bingehên xwe yên atomî vala bikin?

Schenker: Na, ez ne di wê baweriyê de me ku Amerîkayê ti hişyariyek dabe ku Fordoyê vala bikin, ji ber ku ew dê êriş bike. Îro ji bo welatiyên Amerîkî û karmendên li Qeterê tiştek hebû û wan jî cihên xwe vala kirin. Bi eşkereyî diyar bû ku hişyariyek heye û dibe ku tiştek biqewime. Ez ne di wê baweriyê de me ku Amerîkayê di êrişa xwe ya li ser Îranê de ti agahî dabe Îranê, ji ber ku sîstema wan a parastina asmanî ji xwe sînordar e û ne di wê astê de ye ku derfetê bide wan da ku bersiva Amerîkayê bidin. Lewma bi baweriya min na, tiştekî wisa nebûye.

Rûdaw: Niha piştî vê qonaxê û piştî van êrişan, gelo Trump ji bo dan û standinê bi Îranê re amade ye?

Schenker: Belê, Trump nêzîkî sed carî gotiye ku ew dixwaze vegere ser maseya dan û standinan. Bi rêya nûnerê xwe yê taybet Steve Witkoff ev yek gotiye ku du mehan dan û standin kirin. Bi baweriya min Trump ji wê yekê aciz bû ku Îran naxwaze danûstandinê bike û ji bo rawestandina meyandina uranyumê kar bike. Trump dema dibîne ku Îranî hîn jî pabendî wê projeyî ne, pirsa wê yekê jê re çêbûye ku çima dixwazin heta ji sedî 60ê uranyumê bimeyînin. Wî her tim gotiye ku deriyê min ji dîplomasiyê re vekiriye.

Bi baweriya min ew taktîkek bû ji bo ku Îsraîlî karê bikin û Trump jî bersiva wan bide.

Rûdaw: Niha Trump diyar dike me programa atomî ya Îranê wêran kir û bingehên wê yên atomî ji aliyê Amerîkayê ve hatine wêrankirin. Gelo Amerîka dê piştî wê qonaxê bi Îranê re dan û standinê bike?

Schenker: Berî her tiştî, ez ne di wê baweriyê de me ku em bi teqezî bizanibin ka Fordo wêran bûye yan na. Belê, dibe ku em bizanibin ku zerereke mezin gihîştiyê lê em nizanin ka hilweşiyaye yan na. Heta lêkolîneke baş neyê kirin em vê yekê nizanin lê wisa dixuye ku bingehên atomî yên Netenz û Îsfahanê bi temamî ji kar hatine xistin. Wekî min got, `Trump dixwaze vê yekê bi rêya dan û standinan çareser bike. Bi baweriya min êrişên van çend rojên dawî yên Îsraîlê li ser Îranê û ev êrişa Amerîkayê ya li ser Fordoyê zexteke tam xistiye ser Îranê ku were ser maseya gotûbêjan. Ez ne di wê baweriyê de me ku Trump biçe nav dan û standineke ku derfet û demeke zêdetir bide Îraniyan ji bo ku sîstemên dijî-mûşek û dijî-firoke deynin û bihêz bibin. Eger Îranî di derbarê dan û standinan de cidî bin, dikarin telefonî Witkoff bikin û bêjin em dixwazin programê rawestînin û biaxivin. Eger Trump tiştekî wisa bibihîze, dê pir kêfxweş bibe.

Rûdaw: Tu dibêjî ku tenê qonaxa texmînkirina zererên Fordoyê maye û eger Amerîka piştrast bibe ku ew jî hatiye jinavbirin, wê demê dê ji bo gotûbêjên dîplomatîk amade bibe. Gelo wê demê dê ji Îsraîlê jî bixwaze ku êrişên xwe rawestîne û hewleke wê ya din a dîplomatîk hebe?

Schenker: Bi baweriya min ev girêdayî wê yekê ye ku Îran çi qasî cidî ye di bidawîkirina meyandina uranyumê de yan na. Eger ew cidî bin, wê demê Trump dê bi Îsraîlê re biaxive û ji wan re bêje rawestin. Çawa dibe bila bibe, Îsraîl dixwaze zerereke mezin bigihîne Îranê. Me bihîstiye jî ku sîstema dijî-mûşek a Îsraîlê kêm bûye û ber bi nemanê ve diçe. Lewma ew dixwazin bizanibin ka Îran dixwaze programa xwe ya atomî rawestîne yan na.

Rûdaw: Li Îraqê hegemonya Îran û Amerîkayê zêde ye. Gelo îhtîmal heye ku êrişên Amerîkayê li Îranê, parçebûna siyasî li navxweyî Îraqê kûrtir bike? Yan wan koman bihêztir bike ku Îran piştgiriya wan dike? Bi dîtina te ev yek diqewime yan berevajî wê yekê rû dide?

Schenker: Ez nizam bandora vî şerî li ser Îraqê dê çi be. Bi baweriya min lawazkirina komên ser bi Îranê ve dibe sedema lawazbûna Îranê. Mînak, lawazkirina Hizbulahê, lawazkirina Hemasê û ji destdana rejîma Beşar Esed, van hemûyan Îran lawaz kir. Bi baweriya min hîn 2 hevpeymanên wan ên mezin hene ku ew jî mîlîsên Îraqê ne wekç Heşdî Şebî û her wiha Hûsiyên Yemenê ne. Lewma bi baweriya min Îranê pir pişta xwe bi Îraq û Yemenê girêdaye û parlamenterekî Îranî jî diyar kir ku ew dê Heşdî Şebî çalak bikin da ku careke din êrişî Amerîka yan Îsraîlê bikin. Ez nizanim wateya wê ji bo Îraqê çi ye lê dikarim bêjim ku wateya wê ew e ku em dê êrişên bersivdayînê yên Amerîka û Îsraîlê li ser Heşdî Şebiyê bibînin, eger ew di êrişên xwe yên dronan bidomînin her wekî me di sala 2024an de dît ku nêzîkî 150 êrişî Îsraîlê kirin. Bêguman ev yek ji bo Îraqê ne alîkar e, ji ber ku Îraq niha hewl dide aboriya xwe bi pêş bixe û welatekî serkeftî ava bike lê ez nizanim pêvajo ber bi ku ve diçe û gelo Heşdî Şebî dê vî şerî gur bike û êriş bike, yan dê raweste û li bendê be.

Rûdaw: Bi berçavgirtina karê we yê li ser dariştina stratejiya Amerîkayê ya li hemberî Çînê li navçeyê, êrişên Amerîkayê li ser dezgehên atomî yên Îranê çawa bandor li berjewendiyên stratejîk ên Çînê li Rojhilata Navîn kiriye?

Schenker: Bi baweriya min Çîn pir dilgiranê wê petrolê ye ku li Kendavê tê û diçe. Dilgiranê wê yekê ye ku Îran Tengava Hurmuzê bigire. Diyar nîne ku dê Îran vê tengavê bigire yan na bi taybetî ji bo mijara gazê, ji ber ku Îran naxwaze zererê bigihîne Çînê. Ev êriş nîşana wê yekê ne ku helwesteke Amerîkayê ya wisa heye ku garantora aştiyê ye.

Rûdaw: Heger em pêwendiyên taybet ên Hewlêrê yên bi Bexdayê û aliyên navneteweyî yên cuda re li ber çavan bigirin. Êrişeke muhtemel a Amerîkayê ya li dijî Îranê, dê ji bo Herêma Kurdistanê çi encaman bîne?

Schenker: Ez ne di wê baweriyê de me ku ev şer bandoreke rasterast li Herêma Kurdistanê bike. Her wiha niha mûşekên Îranê kêmtir in. Lewma lawazbûna Îranê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş e. Ez kêfxweş im ku Îraniyan êrişî Hewlêr û Eyn Esedê nekir lê bêguman diyar nîne ku di paşerojê de dê vê yekê bike yan na.

Rûdaw: Gelo ew ji bo we jî nebû pirs ku çima Îranê êrişkirina Qeterê hilbijart, di demekê de ku her kes li bendê bû êrişî Îraqê bike?

Schenker: Dibe ku ji ber wê yekê Qeter hilbijartibe ji ber ku li wir sîstemeke zêde ya dijî-mûşekan heye. Dibe ku Îraniyan ji ber wê yekê ew der hilbijartibe ji ber ku dizanîn ku ew mûşekên wan nagihin armancê û dê bersiv ji wan re bê dayîn. Ez nizanim çima bi taybetî Qeter hilbijartin lê wan baregehek hilbijart û ti kes jî birîndar nebû.

Rûdaw: Bi dîtina te, gelo deriyê dîplomasiyê ji bo çareserkirina vî şerî vekiriye? Gelo ti hêvî heye ku aliyek destpêşxeriyê ji bo rawestandina vî şerî bike? Yan gelo Îsraîl li ser şerkirinê rijd e û ranaweste?

Schenker: Bêguman her tim derfetek ji bo karê dîplomatîk heye. Bêguman ev şer 12 roj berê dest pê nekir, şer ji zû ve dest pê kiriye; dema ku li Libnanê serokwezîrê Libnanê kuştin, dema ku li Sûriyeyê Esed teşwîq kirin ku nêzîkî nîv milyon kes bikuje û 12 milyon kes ku piraniya wan Sune û Mesîhî bûn penaber bibin, dema ku bê aramî xistin Yemenê, dema ku serweriya Îraqê bin pê kirin û çend mîlîs ava kirin ku bersiva Hikûmeta Îraqê jî nadin, wan ji sala 1979an ve li dijî herêmê dest bi şer kiriye. Amerîka û Îsraîlê dilgiraniyeke mezin heye, ew jî ew e ku Îran dixwaze çeka atomî bi dest bixe. Eger Îran bixwaze di meyandina uranyumê de bi rêjeyeke sedî ya pir bilind lihevkirinê bike, wê demê dibe ku derfeteke dîplomasiyê hebe, eger na çareserkirina vê pirsgirêkê dê pir zehmet û aloz be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst