Alîkarê Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Rûsyayê yên li Balafirgeha Qamişlo dest bi veguhestina bo baregeha Himeymîmê kiriye.
Çepa derbarê rewşa Kurdan de jî gotinên balkêş bi kar anîn û got, “Mixabin Kurd hatin firotin.”
Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo hevdîtina li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin çû Moskowê.
Yek ji mijarên sereke yên rojevê paşeroja hêzên Rûsyayê yên li Sûriyeyê û rewşa Kurdan bû.
Alîkarê Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa derbarê vê serdanê û naveroka hevdîtinan de bersiv da pirsên me.
“Erkê Rûsyayê yê li Qamişloyê nema”
Aleksey Çepa piştrast kir ku leşkerên Rûsyayê yên ku ji sala 2019an ve li Qamişlo bûn, vedikişin.
Çepa diyar kir ku erkê wan hêzan “cudakirina hêzên Kurdan û artêşa Tirkiyeyê” bû lê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê şert daniye ku ew dever bikevin bin kontrola artêşa Sûriyeyê û Tirkiyeyê û got:
“Ew erkên ku di destpêkê de hêzên Rûsya û hêzên Tirkiyeyê bi hev re wergirtibûn ser xwe, êdî ne aktuel e. Loma jî artêşa Rûsyayê dest pê kiriye ku yekîneyên xwe veguhêze Himeymîmê.”
“Kurd hatin firotin”
Parlamenterê Rûs derbarê rewşa Kurdan a li Sûriyeyê de nirxandinên tund kirin û diyar kir ku Kurd careke din bûne qurbaniyê berjewendiyên siyasî û got:
“Di rastiyê de Kurd hatin firotin. Bi ya min wiha ye. Hemûyan Kurd firotin. Ev yek mixabin ne cara yekem e ku li hemberî gelê Kurd tê kirin.”
Rûdaw: Di hevdîtina Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, li gorî hinek çavkaniyan, derketina leşkerên Rûsyayê ya ji Balafirgeha Qamişloyê yek ji mijarên gotûbêjan e. Gelo dibe ku mijara valakirina baregehên Tertûs û Himeymîmê jî di rojevê de bûye?
Aleksey Çepa: Rast e, leşkerên Rûsyayê ji sala 2019an ve li Balafirgeha Qamişloyê bi cih bûbûn. Mîsyona wan, cudakirina hêzên Kurdan û artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên opozîsyona berê bû. Niha birêvebiriya nû ya Sûriyeyê mercekî wiha daniye ku ew erdên ku berê di bin kontrola hêzên Kurdan de bûn, êdî bi temamî derbasî bin kontrola artêşa Tirkiyeyê û artêşa Sûriyeyê bibin.
Ew erkê ku di destpêkê de hêzên Rûsya û hêzên Tirkiyeyê bi hev re wergirtibûn ser xwe, êdî ne aktuel e (ne di rojevê de ye). Loma jî artêşa Rûsyayê dest pê kiriye ku yekîneyên xwe veguhêze Himeymîmê. Ev yek tê fêhmkirin lê di rastiyê de, ev hemû bi teşwîqa birêvebiriya Amerîkayê tên kirin.
Rewş bê guman ne asayî ye. Loma jî me niha mijara ewlehiya nûnertiya hêzên me yên hem li Himeymîmê û hem jî li Tertûsê daniye ser maseyê. Wekî tê zanîn, di nav artêşa îro ya Sûriyeyê de gelek kom hene ku berê li hemberî artêşa Sûriyeyê şer dikirin û gelek ji wan ên ku îro di nav artêşê de ne, nûnerên rêxistinên terorîst bûn. Wate, pirsgirêk hene û ew hemû bê guman mijarên gotûbêjan e.
Bi nêrîna min, di her rewşê de Sûriye bi awayekî kategorîk ne li gel wê yekê ye ku hêzên Rûsyayê derkevin û her du baregehên leşkerî werin valakirin. Ew pir xweş vê yekê fêm dikin. Bê guman, guşara ji aliyê beşdarên din ên pêvajoya çareserkirina şerê li axa Sûriyeyê jî li ser wan heye.
Bi ya min di gotûbêjan de ev mijar ya sereke ye. Bi baweriya min, em dê li hev bikin ku hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê berdewam bike.
Rûdaw: Gelo ji bo Rûsyayê di kîjan waran de derfeta hevkariyeke bi sûd li gel birêvebiriya nû ya Sûriyeyê heye?
Aleksey Çepa: Bê guman me ji bo aramiya aboriya Sûriyeyê gelek kar kiriye. Wekî diyar e, ji bo paşerojê jî di vê warî de derfetên hevkariyê hene lê ya herî sereke bi ya min, divê kar ji bo dabînkirina aştî û rawestandina pevçûnan were kirin.
Rûdaw: Hin çavdêrên Rûs dibêjin, yek ji armancên sereke yên serdana Şer ew e ku piştevaniya Vladimir Putin wergire ji bo tevgerên xwe yên li dijî Kurdan.
Aleksey Çepa: Di rastiyê de Kurd hatin firotin. Bi ya min wiha ye. Hemûyan Kurd firotin. Ev yek mixabin ne cara yekem e ku li hemberî gelê Kurd tê kirin.
Eger em pirsgirêkên din bînin bîra xwe û berawird bikin, bi dehan sal in ku heman pirsgirêk li cem gelê Filistînê heye û li cem gelê Kurd jî heye, ewên ku ne xwedî dewleteke serwer in. Mixabin gelek caran hinek komên siyasî van gelan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Bi nêrîna min rewşeke dijwar li holê ye. Loma jî divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin ku di paşerojê de dîsa tûşî zehmetiyên wiha nebin. Em dê hewl bidin da ku ew rewşa îro li Sûriyeyê heye, herî kêm siviktir bibe.
#VÎDEO - Aleksey Çepa: Kurd firotin, hemû Kurd firotin û ev ne cara yekê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 28, 2026
🎙️ Alîkarê Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dûmayê Aleksey Çepa: Divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin pic.twitter.com/6gIPuDcRec
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse