Dihok û Silêmanî: Amarên nû yên jidayîkbûnê hatin eşkerekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dihok Silêmanî Zarok Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tenduristiya Dihokê da zanîn ku di roja ewil a sala nû de 7 zarok ji dayîk bûne.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê jî diyar kir ku par nêzîkî 10 hezar zarok li parêzgehê ji dayîk bûne.

Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Dihokê Metîn Cemîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Ji saet 00:00ê şeva borî ve 7 zarok ji dayîk bûne; yek ji wan keç e û 6 jî kur in."

Her wiha Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf ji Rûdawê re got:

"Li gorî amara Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, par 9 hezar û 848 zarok li Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya Fêrkariyê ji dayîk bûne.

Ji wê hejmarê 5 hezar û 96 zarok kur bûne û 4 hezar û 752 zarok jî keç bûne."

Saman Şêx Letîf destnîşan kir ku 5 hezar û 528 zarok bi awayekî xwezayî ji dayîk bûne û 4 hezar û 320 zarok jî bi rêya emeliyatê (sezeryan) ji dayîk bûne.

Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, sala borî 42 hezar û 723 nexweş çûne Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya Fêrkariyê.

Ji wê hejmarê 13 hezar û 101 nexweş hatine razandin û çareseriya pêwîst ji wan re hatiye kirin û 179 jidayîkbûnên cêwî û 9 jidayîkbûnên sêwîk jî hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst