Li Rihayê rekora 58 salan: 32 santîmetre berf bariya

29 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Riha Berf Şaredarî Xebat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar ragihand ku li bajêr berfa herî zêde ya 58 salên dawî bariyaye.

Mehmet Kasim Gulpinar bi beşdariya Alîkarê Sekreterê Giştî Osman Bîlden û serokên daîreyan civînek li dar xist û rewşa dawî nirxand.

Gulpinar diyar kir ku ji bo li navenda bajêr pirsgirêk dernekevin ew dixebitin, rêyên sereke vekirî ne û li dijî qeşayê tedbîr hatine standin.

Gulpinar destnîşan kir ku li Rihayê rekora berfê hatiye şikandin û got:

"Li gorî qeydên fermî sala 1968an 29 santîmetre berf bariyabû lê doh ev rekor hat şikandin.

Li Karakopruyê berf gihîşt 32 santîmetreyan.

Li bajarekî ku hînî berfê nebûye cara ewil têkoşîneke wiha xurt tê meşandin.

Tîmên me xebateke serkeftî kir, ez spasiya her kesî dikim."

Şaredariyê ragihand ku wan rêyên 78 gundan vekirine û ji roja ku berfê dest pê kiriye ve bi giştî 940 kîlometre rê hatiye vekirin.

Banên 67 dikanan hilweşiyan

Li aliyê din, şert û mercên giran ên zivistanê bandoreke neyînî li jiyanê dikin.

Ji ber berf û bagerê li Hala Fêkî û Zerzewatan a Rihayê banên hinek dikanan ji ber giraniya berfê hilweşiyan.

Esnafan hewl da ku mal û wesayîtên xwe yên di bin banan de mane rizgar bikin.

Li herêma halê banên 67 dikanan hilweşiyane û 7 vînç ji bo rakirina banan dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst