Kesê Kurd ê jina Brîtanî perçe perçe kiribû behsa bûyerê kir

02-04-2021
RÛDAW
Nîşan Lorraine Cox Ezam Mengûrî Brîtanya Simon Laws Exeter Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kesê Kurd ku bi destdirêjiya li jineke Brîtanî û kuştin û perçe perçe kirina wê tê tometbarkirin, derbarê bûyerê de yekem car axivî û got, wî ji tirsa dersînorkirinê ew kar kiriye. Lê Dozgerê Giştî û parêzerê keysê wan gotinên wî kesî red dikin.

Ezam Mengûrî yê temen 24 salî, koçberekî Kurd ê xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li bajarê Exeter ê li başûr rojavayê Brîtanyayê niştecih e.

Ew kes roja 1ê Îlona sala derbasbûyî li pey jineke 32 salî ya bi navê Lorraine Cox dikeve û wê razî dike ku bibe malê, lê li malê wê dikuje û termê wê jî perçe perçe dike.

Daxwaza penabertiyê ya Ezam Mengûrî ji sala 2018an ve ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve tê redkirin û li gor îfade û îtîrafên wî li Dadgeha Exeter, “Lorraine Cox tiştek bikar anibû ku bûye sedema jihişçûnê û paşê jiyana xwe ji dest daye.”

Li gor gotina wî, ji ber mirina Lorraine Coxêew jî tirsyaye û bo dema hefteyekê li odeya xwe cenazeyê wê hiştiye berî ku neçar bibe termê wê perçe perçe bike û biavêje.

Li ser pirsa `te çima termê Lorraine Coxêperçe perçe kir`, ew kes dibêje, ew ji wê yekê tirsyaye ku polîs wî bi kuştinê tometbar bike û ji Brîtanya dersînor bike.

Lê Dozgerê Giştî yê wê dadgehê, gotinên Ezam Mengûrî wek “derew” binav kir û got, “Ezam bi xwe Lorraine Cox kuştiye û baştirîn belge jî di dema dîtina termê perçeperçekirî yê wê de bûye ku benek xistibû ser devê wê û ev jî amajeyek e li ser xeniqandinê berî ku perçe perçe bike.”

Polîsê Brîtanyayê ragihand, Ezam Mengûrî termê Lorraine Cox kiribû heft perçe û beşek li nêzikî apartmanê û beşa din jî li daristana nêzikî wê herêmê avêtibû.

Li gor polîsê Brîtanyayê, wî kesî, li yek ji firoşgehan çend kelûpelên taybet bo veşartina tawana xwe kirîne û wek kîsê mezin ê bo zibil û maddeyên pakkirinê.

Her li gor zanyariyên polîs, Ezam Mengûrî ji bo ku tawana xwe veşêre û guman jê neyê kirin, di wê dema ku cenazeyê Lorraine Cox li mala wî bû, telefon û hesabên Lorraine Cox ên li ser torên civakî bikar anîne û bi tekst li gel malbat, kesûkar û hevalên wê axiviye bo ku gumana nemanê jê dûr bigire.

Roja Çarşemê, 03/03/2021, li dadgeha bajarê Exeterê, rûniştina derbarê kuştina wê jina Brîtanî de birêve çû û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Parêzerê wê dosyeyê Simon Laws, ragihand, berî niha ti caran wan herdu kesan hev nedîtine, wê dema ku cara yekem hev dîtin, Lorraine Cox alkol vexwaribû û serxoş bû û Ezam jî ew yek wek derfet dît û li kolaneke bajêr destdirêjî lê kir û paşê jin bir mala xwe û li wir kuşt.

Ew parêzer jî dibêje, Ezam Mengûrî, “Termê Lorraine Cox kiribû heft perçe û jinav biribû. Kamerayên çavdêriyê wê yekê nîşan didin ku bi hev re bûn û belge jî wê yekê derdixin ku wî li hindûr Lorraine Cox kuştiye û perçe perçe kiriye.”

Dadgehê jî di çarçova lêkolîna derbarê wî kesî de ragihand, wî “li înternetê temaşeyê çend vîdyoyan kiriye bo ku bizane çawa termê kesekî tê perçe perçe kirin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst