Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Tirkiyeyê re civiya

02-09-2025
Alî Riza Guney û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Alî Riza Guney û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alî Riza Guney Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Îraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Alî Riza Guney û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re rewşa navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û hilbijartinên paşerojê yên Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan pesnê asta pêwendiyên di navbera xwe de da û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de kir.”

Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî di civînê de ku amade bû.

Her wiha rewşa ewlehiyê ya herêmê, pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojhilata Navîn, bandor û encamên wan û "çend mijarên din ên girîng ên hevbeş" hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst