Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de Cejna Qewltasê li Kakeyiyan pîroz kir û got: "Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî hêlîna aramiya pêkvejiyanê û sîwana komker a hemû pêkhateyan bimîne."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Sê Şevên Yaran (Qewltas) peyamek belav kir û cejn li hemû Kakeyiyên (Yarsanî) li Herêma Kurdistan Îraq û cîhanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Kakeyî wekî "pêkhateyeke resen û dêrîn a vî nîştimanî" wesif kirin û got: "Ew her tim bûne nimûneya ciwan a lêborînî, aştixwazî û nîştimanperweriyê û di dirêjahiya dîrokê de parastina nasname, ol û çanda xwe kirine."
Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir ku ew dê li ser piştgiriya mafên wan û parastina taybetmendiyên wan ên olî û civakî bidomin.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wisa ye:
"Hatina Cejna Sê Şevên Yaran Qewltasê, bi germî û ji dil li hemû xwişk û birayên Kakeyî (Yarsanî) yên li Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz dikim.
Hêvîdar im cejneke aram û tije xweşî û kameranî derbas bikin.
Hevwelatiyên me yên Kakeyî wekî pêkhateyeke resen û dêrîn a vî nîştimanî, her tim bûne nimûneya ciwan a lêborînî, aştixwazî û nîştimanperweriyê.
Di dirêjahiya dîrokê de, tevî astengî û nexweşiyan, wan parastina nasname, ol û çanda xwe kiriye û di berevaniya li Kurdistanê de qurbanî dane.
Di vê boneyê de, em hemû hevwelatiyên xwe yên Kakeyî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî hêlîna aramiya pêkvejiyanê û sîwana komker a hemû pêkhateyan bimîne.
Em dê piştgiriya mafên wan û parastina taybetmendiyên wan ên olî û civakî bidomînin.
Cejna Qewltasê li hemû kesî pîroz be, her sal bi xweşî û aramî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse