OHD: 842 kes bi hinceta Rojavayê Kurdistanê hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan OHD Rojavayê Kurdistanê Amed Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê çalakî û xwenîşandanên ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatine kirin de raporek amade kir.

Li gorî amarên rapora OHDyê di nava mehekê de herî kêm 842 kes bi hinceta xwenîşandanên Rojavayê Kurdistanê hatine desteserkirin û 118 kes jî hatine girtin.

Navenda Giştî ya OHDyê, derbarê mudaxaleyên polîs û leşkeran ên li dijî daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên protestoyî yên di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2026an û 2yê Sibata 2026an de raporek amade kir.

OHDyê ev rapor li Şaxa Amedê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Birêvebirê Navenda Giştî ya OHDyê Mehmet Oner diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li dijî destkeftiyên dîrokî, siyasî û civakî yên gelê Kurd in.

Oner anî zimên ku geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên zextê yên li Tirkiyeyê ji hev ne serbixwe ne û wiha pê de çû: "Bi pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê re hevdem, li Tirkiyeyê polîtîkayên zextê zêdetir bûne."

“Mafên bingehîn hatine binpêkirin”

Li gorî raporê, li seranserê welêt herî kêm 49 mudaxaleyên hêzên ewlehiyê çêbûne.

Di encamê de herî kêm 840 kes hatine desteserkirin, 118 kes hatine girtin û ji bo 133 kesan jî biryara "kontrola dadî" hatiye dayîn.

Oner destnîşan kir ku piraniya van biryaran ji bo çalakiyên aştiyane hatine dayîn û got:

"Ev tablo nîşan dide ku mafên bingehîn ên di destûr û peymanên navneteweyî de hatine parastin, bi awayekî fiîlî hatine binpêkirin."

Binpêkirinên li dijî zarokan

Di raporê de binpêkirinên li dijî zarokan balê dikişînin. Li gorî amaran, herî kêm 99 zarok hatine desteserkirin û 25 zarok jî hatine girtin.

Hat ragihandin ku di dema desteserkirinê de li zarokan hatiye xistin, kelepçeya ji paş ve li wan hatiye xistin û li gel mezinan hatine girtin.

OHDyê diyar kir ku ev yek binpêkirina mafên zarokan a navneteweyî ye.

Herî kêm 106 kes rastî tundûtîjiyê hatin

Li gorî raporê, herî kêm 106 kesan diyar kiriye ku di dema desteserkirinê de rastî tundî, lêdan, gef û heqaretê hatine.

Di raporê de îdiayên giran ên wekî hewldana fetisandinê, sekinandina li ser pêyan a demdirêj û gefên êrişa zayendî cih girtin.

Her wiha hat gotin ku nîşanên lêdanê di raporên tenduristiyê de nehatine nivîsandin û rê li ber belgekirina şkenceyê hatiye girtin.

Parêzer û rojnameger bûn hedef

Raporê bal kişand ser wê yekê ku parêzer û rojnameger jî bi awayekî sîstematîk bûne hedef.

Parêzer Musa Bender ji ber çalakiyên piştgiriyê hatiye girtin, parêzer Arjîn Akdag û Celal Dogan rastî tundiyê hatine.

Li Wanê Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û gelek parêzerên din hatine desteserkirin.

Her wiha hat diyar kirin ku karê rojnamegeran bi awayekî fiîlî wekî "sûc" hatiye dîtin û azadiya derbirînê hatiye binpêkirin.

OHDyê di dawiya raporê de bangî saziyên navneteweyî kir ku li dijî van binpêkirinan bikevin dewrê.

Komeleyê daxwaz kir ku dawî li qedexeyên parêzgariyan bê kirin û lêpirsînên serbixwe derbarê îdiayên şkenceyê de dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst