Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî bi boneya wefata Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî peyamek belav kir û sersaxî ji DEM Partiyê, malbat û hezkiriyên wî re xwest.
Nêçîrvan Barzanî diyar ki Onder hewl û têkoşîna xwe ji bo bipêşxistina pêvajoya aştiyiyê da.
Bi gotina Nêçîrvan Barzanî Onder dê her li bîra kesên ku baweriya wan bi aştiyê heye bimîne.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawî a siyasetmedarê navdar ê Tirkiyeyê Sirri Sureyya onder bihîst.
Ji dil sersaxiyê ji malbat û mirovr û hevalên wî û DEM Partiyê re dixwazim û hevsoz û hevxemê wan im.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û aramî û rehetiyê bide tevan.
Onder çi wek Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û çi jî wekî Endamê Heyeta Îmraliyê, bi rol û hewl û tekoşîna xwe ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, bi bîr û kiryar û xebata xwe ya dilsozane ya ji bo aştî û biratiyê û bihevrejiyana aştiyane, mînakek bilind a aştixwazî û mirovperweriyê nîşan da ku cihê rêz û pêzanîna herkesî ye.
Ji ber vê yekê, bîranîna wî dê her tim di wijdana hemû wan kesan de ên ku baweriya wan bi aştiyê heye, zindî bimîne.”
Bi xemek mezin, min nûçeya koça dawîn a siyasetmedarê navdarê Tirkiyê, Sirri Süreyya Önder, bihîst. Ji dil sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî û DEM PARTÎ re dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şa bike û…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 3, 2025
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an wefat kir.
Cenazeyê Onder dê 4ê Gulanê li Stenbolê bê oxirkirin.
Roja yekşemê saet 11:00an dê li Navenda Çandê ya Atatirkê ya Stenbolê çalakiyek bibîranînê were lidarxistin
Piştî nimêja esrê dê li Mizgefta Şîşliyê nimêja cenaze were kirin.
Piştre cenaze dê li Goristana Zincirlikuyê were veşartin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse