Şerê Ukrayna û Rûsyayê: Washington ji navbeynkariyê vedikişe

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Donald Trump UUkrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Washingtonê ragihand ku dê rola xwe ya navbeynkariyê di dan û standinên Ukrayna û Rûsyayê de kêm bike.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Washington hîn pabendê hewlên aştiyê ye li Ukraynayê lê dê rola xwe ya navbeynkariyê kêm bike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di daxuyaniya xwe de ji rojnamevanan re got: "Em dê ji bo danûstandinên navbeynkariyê bi lez li çar aliyên cîhanê negerin.

Ev êdî di navbera her du aliyan de ye û niha dem hatiye ku ew ramanên berbiçav pêşkêş bikin û bipêş bixin li ser çawaniya bidawîanîna vî şerî."

Di meha nîsanê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio gotibû, eger di demek nêzîk de pêşketin çênebe, Washington dev ji hewlên agirbestê berde.

Piştî ku hewlên agirbestê yên îdareya Trump ên çend hefteyan berdewam kirin di rawestandina pevçûnan de bi ser neketin, Rubio eşkere kir ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze di nav çend rojan de biryarê bide bê ma ev di çend hefteyên pêşiya me de dikare pêk were yan na.

Trump di daxuyaniya xwe ya 18ê Nîsanê de got: "Eger yek ji her du aliyan vê yekê pir zehmet bike, em dê bibêjin 'hûn ehmeq in, hûn ehmeq in, hûn mirovên bi tirs in' û em dê derbas bibin."

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance di hevpeyvîna xwe ya 1ê Gulanê de bi Fox Newsê re, nêrîna Trump a ku ji pêvajoya aştiyê aciz bûye xist pêş û got ku bidawîanîna şer di demeke nêzîk de ne mimkun e.

Vance gotibê, "Êdî ku her du alî dizanin şertên aliyê din ji bo aştiyê çi ne, ev dê bi Rûs û Ukraniyan ve girêdayî be.

Dê bi wan ve girêdayî be ku rêkeftinekê çêbikin û dawî li vî şerê hovane û xedar bînin.”

Hewlên dîplomatîk ên Amerîkayê

Amerîkayê di destpêka îsal de hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kirin û li ser pêşniyarên agirbestên qismî yên ku armanca wan agirbesteke 30 rojî û rawestandina êrişên li dijî binesaziya enerjiya sivîl bû, dan û standin hatin kirin.

Amerîkayê her wiha li Erebistana Siûdî bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin pêk anîn ku bû sedema bertekan Ukrayna û hevalbendên wê yên Ewropî ku ji ber ku ji pêvajoya aştiyê hatine dûrxistin.

Moskowayê heta niha hemû pêşniyarên aştiyê yan paş ve avêtin yan jî red kirin û hêzên Rûsyayê li seranserê Ukraynayê êrişên xwe zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst