Pêwendiya Putin û Trump 'avaker' bû: Çav li lûtkeya aştiyê ne

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Donald Trump Volodymyr Zelenskyy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump navbeynkarî kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo lûtkeyeke aştiyê amadehiyan dikin.

Kremlînê jî piştrast kir ku pêwendiya telefonî ya di navbera Putin û Trump de "jidil û gelekî avaker" bûye.

Ev pêşketinên nû, hêviya bidawîkirina şerê ku nêzîkî 3 sal û nîvan e berdewam dike zêde dike.

Mijara sereke ya lûtkeyê dê ji bo Kîevê garantiyên ewlehiyê yên demdirêj bi xwe re bine.

Donald Trump jî hewl dide soza xwe ya ji bo bidawîkirina bi lez a şer bîne cih.

Kremlîn: Peywendiyeke jidil û avaker bû

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuriy Uşakov ji rojnamegeran re ragihand ku di navbera Putin û Trump de pêwendiyeke telefonî ya "jidil û gelekî avaker" pêk hatiye.

Yuriy Uşakov diyar kir ku Trump piştî civîna xwe ya bi Zelenskyy û serkirdeyên Ewropî re telefonî Putin kiriye.

Li gorî Uşakov, ev peywendî bi daxwaza Trump bûye û nêzîkî 40 xulekan ajotiye.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê da zanîn ku Putin ji ber mêvanperwerî û organîzasyona baş a lûtkeya Alaskayê û ji ber pêşketinên di çareseriya aştiyane ya krîza Ukraynayê de spasiya Trump kiriye.

Trump jî derbarê hevdîtinên xwe yên li Koşka Spî de agahî daye Putin.

Uşakov di berdewamiyê jî de got, "Putin û Trump teqez kiriye ku dan û standinên di navbera şandeyên Rûsya û Ukraynayê dê berdewam bikin.

Her du serkirde li ser fikra bilindkirina asta nûnerên şandeyên dan û standinan axivîn."

Zelenskyy: Ez amade me bi Putin re bicivim

Li aliyê din, Volodymyr Zelenskyy li derveyî Koika Spî ji rojnamegeran re eşkere kir ku ew "amade ye" bi Putin re civîneke dualî pêk bîne.

Piştî ku Trump zextên xwe li ser wî zêde kiribû da ku tawîzan bide Rûsyayê, Zelenskyy bi lez gihiştibû Qesra Spî.

Serokê Ukraynayê ragihand ku ev hevdîtina wan a bi Trump re "baştirîn" hevdîtin bûye.

Ji bo Kîevê “garantiyên ewlehiyê"  

Trump ragihand ku Putin ji bo garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê razî bûye lê endamtiya wê ya NATOyê hîn jî red dike.

Li gorî rojnameya Financial Timesê Ukraynayê soz daye ku li hemberî garantiyên ewlehiyê, bi bihayê 100 milyar dolarî çekên Amerîkayî bikire û dê Ewropa pereyê wan çekan bide.

Zelenskyy jî diyar kir ku behsa pakêteke 90 milyar dolarî hatiye kirin.

Fikarên serkirdeyên Ewropayê

Tevî van pêşketinan, amadebûna serkirdeyên Ewropî li Qesra Spî nîşana berdewamiya fikarên wan bû. Wan fikarên xwe anîn ziman ku gelo Trump dê careke din berê xwe bide Putin yan na.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser Rûsyayê banga tundkirina cezayan kir.

Serokê Fînlandiyayê Alexander Stubb ragihand ku Putin "ne cihê baweriyê ye."

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz jî eşkere kir ku nabe Ukrayna di gotûbêjan de were neçarkirin ku dest ji herêma Donbasê berde.

Trump, Zelenskyy û serkirdeyên Ewropî li Koşka Spî civiya bûn

Rojeva sereke ya civînê şerê Rûsya û Ukraynayê bû.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokê Fînlandiyayê Alexander Stubb, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokwezîr Almanyayê Friedrich Merz û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte beşdarî civînê bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst