Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rewşenbîrê navdarê Kurd , Profesor Îzeddîn Mistefa Resûl îro di temenê 85 saliyê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.
Xwarziyê wî nivîskar û rewşenbîrê Kurd, Yasîn Qadir ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê profesor Îzeddîn Mistefa Resûl wefat kir û ew li mizgefta Ehmedê Hacî Elî dicivin û dê biryarê bidin, ku cenazeyê wî li kîjan goristanê bê veşartin.
Profesor Îzedîn Mistefa Resûl di sala 1934an de li Taxa Dergezên a bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Mele Mistefayê bavê wî bi sofîtiyê navdar bûye û helbestvan û rewşenbîrekî diyar ê serdema xwe bûye. Profesor Îzedîn Mistefa Resûl di nava malbateke rewşenbîr de jiyaye û bapîrê wî, Hacî Mela Resûl yek ji zanayên olî yên serdema xwe bûye û şah û rayedarên wê demê giringî dane wî.
Ew rewşenbîrê Kurd destpêkê li cem bavê xwe li mizgefta wan a malbatî, Mizgefta Hacî Mela Resûl Dêlêje dest bi xwedninê dike û sala 1939 weke bihîser û paşê jî weke xwendekar li dibistana Xazî dest bi xwendinê dike.
Sala 1951an li Mala Mamosteyan hatiye wergirtin û sala 1952an jî li bajarê Bexdayê beşdarî di serhildana wê salê de kiriye, birîndar bûye û paşê ji fakulteyê hatiye avêtin û ji ber beşdariya di serhildanê de vegeriyaye Silêmaniyê û di rêveberiya Malariya de weke karker dest bi kar kiriye.
Piştî ku vedigere Silêmaniyê, di rêya çend kesan re bavê wî ew kiriye mamosteyê dibistaneke seretayî li bajarokê Qeldizê, lê belê li wê derê jî ji ber karên siyasî bo Silêmaniyê û paşê jî bo Qamçûxe hatiye veguhastin, dîsan li wê derê jî bi sedema karên wî yên siyasî, bo bajarê Silêmaniyê hatiye vegerandin.
Di wê serdemê de ku Ebdulkerîm Qasim, xwendekarên Iraqî li ser hesabê hikûmetê bo berdewamiya xwendinê dişande Yekîtiya Soviyetê, profesor Îzeddîn Mistefa Resûl jî yek ji wan xwendekaran bûye ku diçe Soviyetê û li wê derê xwendina bilind diqedîne.
Piştre li gel herdu rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên navdar, Kemal Mezher û Nesredîn Fexrî çûya Bakuyê û di 24-06-1963an de pileya doktorayê wergirtiye û paşê li ser daxwaza Partiya Komonîst a Iraqê çûye Sofiya ya paytexta Bulgaristanê û li wê derê serpireştiya radyoya nihênî ya Dengê Gelê Iraqê kiriye.
Sala 1965an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û çûya çiya û bûye pêşmergeyê Partiya Komonîst a Iraqê, lê piştî salekê ku li baregeha Barzanî dimîne, di 26-12-1966an de bi hewla Mele Mistefa Barzanî bûye mamosteyê zanîngehê li Bexdayê û li Beşa Kurdî ya wê zanîngehê dest bi karê mamostetiyê kiriye.
Di sala 1979an de careke din çûya Moskowê û li wê derê berdewamî daye xwendina xwe ya bilind û pileyên doktora û profesoriyê wergirtiye.
Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê, di sala 1992an de li ser lîsta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bûye endamê yekemîn gera Parlamentoya Kurdistanê, lê weke kesekî bê alî bûye.
Profesor Îzeddîn Mistefa Resûl yek ji 11 damezrênerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûye û yekemîn daxuyaniya wê yekîtiyê ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin. Di sala 1969an de rêpêdana fermî wergirtine û Cemal Baban weke serokê desteya damezrêner hatiye diyarkirin, lê piştî vegera nivîskarên li çiya û piştî beyannameua 11ê Adara 1970an, ew deste hate hilweşandin û li Bexdayê careke din hilbijartin hate kirin û di encamê de profesor Îzeddîn Mistefa bi 63 dengan weke Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate hilbijartin.
Profesor Îzedîn Mistefa Resûl di sala 2009an de xelata Bile ya ji bo kesayetiya salê di warê wêjeyê de wergirtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse