Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê ku ji ber berfê li santrala enerjiya rojê asê mabû hat rizgarkirin.
Li Bakurê Kurdistanê 4-5 roj in pêleke berfê dest pê kiriye ku bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan dike.
Li gundê Dodanê yê navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê piştî barîna berfa zêde rêya santrala enerjiya rojê hat girtin û karkerê bi navê Ogun Hazarê 34 salî asê ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê yên UMKE û AFADê, tîmên tenduristiyê, makîneyên kar ên Birêvebiriya Taybet a Sêrtê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Makîneyên kar rê vekir û gihîştin cihê bûyerê.
Ogun Hazar veguhastin cihekî ewle û pişt re tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Hewêlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse