Dadgeha Hewlêrê biryara desteserkirina Ehmed Hacî Reşîd derxist

04-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Hacî Reşîd Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê ji Dadgeha Lêkolînê ya Silêmaniyê daxwaza desteserkirin û radestkirina parlamenterê berê yê Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê (Komel) Ehmed Hacî Reşîd kir.

Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê bi hejmara 1980 a di roja 05-06-2025an biryar derxistiye û ji bo cîbicîkirinê biryar ji Dadgeha Lêkolînê ya Silêmaniyê re şandiye.

Madeya ku Ehmed Hacî Reşîd pê hatiye tometbarkirin, madeya 226an a Yasaya Cezayan a Îraqê ye.

Di naveroka madeyê de hatiye diyarkirin ku her kesê ku bêrêziyê bi hikûmet, dadgeh, hêzên çekdar, an her desteyeke din a rêkxistî, yan jî desthilatên giştî û saziyên fermî bike, "cezayê zindanîkirinê ji bo heyama ku ji 7 salan derbas nebe, yan hepskirin yan jî cezayê pere lê tê sepandin."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Ehmed Hacî Reşîd ji biryara dadgehê desteserkirinê hatiye agahdarkirin.

Siyasetmedar Ehmed Hacî Reşîd ji Kanala Ahedê ya Îraqê re gotibû, “Ev şîroveyek e û beşek ji zanyariyan e ku destê van her du hêzên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê wekî ku niha li pişt perdeyê diyar dibe, di hinek ji wan dosyayan de hebûye.

Sînorê Îranê bi çend welatan re heye, zêdetirîn sînorê wê bi Îraqê re ye ku nêzîkî 1,200 kîlometre ye, ev sînor nehatine parastin, herî kêm bi rêya vî sînorê Herêma Kurdistanê ye.”

Ehmed Hacî Reşîd ku parlamenterê berê yê Parlamentoya Îraqê ye, her wiha di hevpeyvînê de gotiye:

“Beşeke medyaya Îranê behsa wê yekê dike ku tiliya tometê ji bo aliyekî siyasî yan jî bo aliyên siyasî tê kişandin.

Hejmareke daxuyaniyên wan ên beriya şer û piştî şer hene ku kesê şîroveya wan bike dê bizane ku ew ketine nava wê pirsgirêkê û di nav pirsgirêkeke gelekî xirab de ne.

Hatina vê şandeyê jî (şandeya hikûmeta Îraqê) li ser daxwaz û lavekarîna van hevalên Herêma Kurdistanê bûye.”

“Daxuyaniya min bi awayekî xelet hat belavkirin”

Piştî biryara desteserkirinê Ehmed Hacî Reşîd daxuyaniyek belav kir û got:

“Kanala Ahedê daxuyaniyeke min bi awayekî şaş belav kiriye û piştî axaftina li gel kanala navborî û agahdarkirina wan ku ez dê giliyê wan bikim, wan daxwaza lêborînê kir û her du sernivîskarên xwe jî ji kar dûr xistin û tevahiya nûçeyê jî ji hemû beşên xwe yên medyayî Telegram û medyaya civakî jê birin.”

Berpirsekî Komelê û hevalê Ehmed Hacî Reşîd jî li ser bûyerê ji Rûdawê re got: “Bi baweriya me, pêwendiya gilî bi daxuyaniya Ahedê re nîne.

Ji ber ku tiştekî wisa nebûye û kanalê jî zaniye ku xeletî kiriye û ew rakiriye. Ji ber vê yekê heta ku mijar zelal nebe em sedema sereke ya giliyê nizanin.

Eger dadgeheke ku destê ti aliyan li pişt wê nebe hebe, Ehmed Hacî Reşîd amade ye ku derkeve pêşberî dadwer.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst