Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Veguhestin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê peykerê Pêşmerge yê Kerkûkê bi nivîsa “Kerkûk Kurdistan e” dê wek pûl çap bike.
Pûl dê di demeke kurt de di sazî û parvekirinên navneteweyî de bê bikaranîn.
Piştî xwepêşandanên ku roja şemiyê yên Kerkûkê Wezareta Veguhestin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê ji bo balkişandina ser Kurdistanîbûna Kerkûk, pûleke posteyê weşand.
Li ser pûla ku “Kerkûk Kurdistan e” hatiye nivîsandin, peykerê Pêşmerge yê Kerkûkê û alaya Kurdistanê heye.
"Pûla me ya herî biha ye"
Berdevka Wezaretê Dîlan Reşad li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
“Bihayê pûlê bi 5 hezar dînar in û pûla me ya herî biha ye.
Ev pûl ji bo piştgiriya xelkê Kerkûkê û xwepêşandanên duh hatiye çêkirin.”
Dîlan Reşad da zanîn ku pûl dê di demeke kurt de di sazî û posteyên navneteweyî de were bikaranîn.
Peykerê Pêşmerge yê ku di Tîrmeha 2015an de li Kerkûkê dest bi çêkirina wê hatibû kirin û di 23ê Îlona 2017an de bi dawî bûbû, 23 metreyan bilind e.
Peykerê ku ji aliyê peykersaz Manî Ehmed ve hatiye çêkirin, ji bo Kurdan yek ji sembolên bajêr e.
Peykersaz Manî Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:
“Gelek hunermend ji bo vê peykerê xebitîn lê fikr û dîzayna peykerê ya min e.
Hîn jî gelek Pêşmergeyên gorên wan nediyar hene û xizmên wan dixwazin wan bi bîr bînin.
Li ser vê fikrê me ev peyker çêkir.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pûlekê çap dike ku li ser nivîsandiye:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 3, 2023
🔴 Kerkûk Kurdistan e pic.twitter.com/v6IpRSGbgA
Çi bûbû?
Artêşa Îraq û Heşdî Şeibiyê di 16ê Çiriya Pêşîna 2017an de avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê vala kirin û kirin Navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş.
Berî hilbijartinên encûmenên parêzgehan ku dê li parêzgehên Iraqê û Kerkûkê di 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan de bê kirin, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû ku avahî radestî PDKyê were kirin.
Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê alîgirên Heşda Şeibiyê li ber baregehê kon vedan û dest bi nobetê kir.
Tevî Ereb û Tirkmenên ku ji bajarên derdorê anîbûn, rêya Kerkûk-Hewlêrê ji çûnûhatinê re girtin.
Roja şemiyê jî Kurd ên ku taxa Rehîmawayê kom bûn xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.
Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî cihê ku Ereb û Tirkmenan rê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê yên Îraqê gule li wan reşandin.
Di encamê de xwepêşanderên bi navê Hawkar Ebdullah, Heval Star Seîd, Samed Mihemed Remezan û Hisên Sabîr canê xwe ji dest da û 3 jê polîs 15 kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse