Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê îro ji bo hevdîtinên fermî were Hewlêrê û here Bexdayê.
Wezîr Barrot di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê ji Rûdawê re piştrast kir ku Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot dê gerekê li Îraq û Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Tê çaverêkirin ku Wezîr Barrot di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinekê bike.
Heman çavkaniyê diyar kir ku armanca sereke ya vê serdana Barrot ew e ku hevkariya stratejîk a di navbera Fransa û herêmê de xurt bike û careke din giringiya pêwendiyên dualî destnîşan bike.
Tê çaverêkirin ku bernameya bi hûrgilî ya serdanê di saetên pêşiya me de zelal bibe û tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinên li Hewlêrê de mijarên hevkariya herêmî û ewlehiyê bên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse