Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameya 3 gerîlayên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
HPGyê da zanîn ku her sê gerîlayan 18ê Hezîrana 2023yan li Başûrê Kurdistanê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de cane xwe ji dest daye.
Her sê gerîlayan li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:
Şoreşger Mazlûm Malçok: Navê wî yê fermî Vedat Işik e û ew ji Şirnexê ye.
Dijwar Ararat: Navê wî yê fermî Ozkan Kaya ye û ji bajarê Agiriyê ye.
Baz Çatak: Navê wî yê fermî Abdulhalim Baran e û ew jî ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse