Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand ku Fermandar Mîhralî Yilmaz (Tamer Koç) di 14ê Kanûna Paşîn a 2025an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê li herêma Garê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek belav kir û got, "Em dê kesayeta fedakar, kedkar û dilnizm a hevrê Mîhralî û sekna wî ya li ser xeta Apoyî ji xwe re mînak bigirin û bibin layiqê bîranîna wî."
HPGyê her wiha ji malbata Yilmaz û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya HPGyê zanyariyên li ser nasnameya Mîhralî Yilmaz bi vî rengî ne:
Mîhralî Yilmaz: Navê wî yê fermî Tamer Koç e û li Erdexana Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.
Yilmaz, 22 salan di nav refên gerîlayan de cih girtiye û li gelek herêmên wekî Garê, Botan, Zagros û Heftanînê maye û 14ê Kanûna Paşîn a 2025an li Garê di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse