Li Efrîn û Şehbayê çekdar zeytûnên Kurdan talan dikin

05-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Efrîn Şehba Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Neyrebiyê yê navçeya Şehbayê ya bakurê Helebê, çekdarên Hemzatê ya nêzîkî Tirkiyeyê dest danî ser darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên Hemzatê ew cotkarê Kurd bi zorê ji nav baxê wî derxistine dema ku wî xwe ji bo çinîna zeytûnan amade dikir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di wî baxî de ku dikeve nêzîkî gundê Şealê, nêzîkî 200 darên zeytûnan hene.

SOHRê her wiha ragihand ku wan bûyerên dizî û sepandina bacan li gundên navçeya Şiyê ya Efrînê ji aliyê komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve belge kirine.

Li gorî SOHRê, Emşatê bi rêya komîteya xwe ya aborî ji sedî 50 bacê li ser berhemên zeytûnan disepîne.

Ev rêje ji aliyê muxtarê gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ve tê diyarkirin û xercên hilberînê û karkeran li ber çavan nayên girtin.

Heman kiryar li gundên cîran ên wekî Mîrona Jorîn, Mîrona Jêrîn, Sinare û Enqeleyê jî tên kirin.

SOHRê da zanîn ku çekdarên Emşatê yên ku xelkê parêzgeha Hemayê ne, 30 kîs zeytûn ji erdê cotkarekî Kurd talan kirine lê dane û gefa revandinê li wî û kurê wî xwarine.

Ev bûyer li gundê Kawendayê yê navçeya Racoyê qewimî û ziyaneke mezin gihand berhema wî cotkarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst