Konferansa DEM Partiyê ya li Stenbolê: Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê kî beşdar dibin?

49 xulek berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navên kesên ku dê beşdarî "Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku dê li Stenbolê 2 rojan bidome, diyar bûn.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), dê 6-7ê Kanûna Pêşîn li Stenbolê "Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk" saz bike.

Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî gelek siyasetmedar beşdarî konferansê dibin.

Di konferansê de li gel ezmûnên cîhanê pêvajoya çareseriyê dê were nîqaşkirin.

Gelek akademîsyen, siyasetmedar û pisporên ji Herêma Kurdistanê, Welatê Baskê, Îrlanda, Afrîkaya Başûr, Qazaxistan û Belçîkayê jî dê beşdarî konferansê bibin û gotaran pêşkêş bikin.

Di konferansa ku dê du rojan bidome de, ji bilî axaftvanan dê ji Ewropa, Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê gelek rojnameger jî tevlî konferansê bibin.

Konferans dê li Salona Konferansê ya Cem Karaca ya Stenbolê bê lidarxistin û axaftina vekirinê dê ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Veysî Aktaşê ku demekê li Girava Îmraliyê girtî bû, were kirin.

Ji Herêma Kurdistanê kî hatine vexwendin?

Ji Herêma Kurdistanê; Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, Nûnera Serok Mesûd Barzanî û Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîne Zîkrî, Nûnera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnerê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî Dara Xeylanî hatine vexwendin.

Îlham Ehmed dê ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bibe

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî dê sibe beşdarî axaftina vekirinê bibe.

Îlham Ehmed dê bi rêya Zoomê beşdarî konferansê bibe û tê payîn ku behsa pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike.

Bi bidawîbûna rûniştinan re, dê forumeke girtinê were lidarxistin.

Li vir dê "Danezana Aştiyê ya Hevpar" a konferansa du rojî were eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst