Amed (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de şofêrekî otobusên taybet ên nav bajêr canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Serkan Aslanê 30 salî ku şofêrê otobusên nav bajêr bû doh di navbera pevçûna çekdarî ya du aliyên ku nas nedikir de ma û bi guleyeke ku li serî wî ket canê xwe jidest da.
Serkan Aslan zewicî û bavê kurekî 4 salî bû. Ew bû qurbaniyê pevçûna du aliyên ku qet eleqeya wî pê nebû.
Cenazeyê şofêrê ciwan bi beşdariyeke zede ya xizm û hevalên wî li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.
Piştî merasîma veşartinê hevkarên wî li kornayên otobusên xwe xistin û bertek nîşanî bûyerê da.
Herwiha li gorî zanyariyan êrişkarek hatiye desteserkirin.
Hevjîna şofêr Serkan Aslan hêsirên xwe ji bo hevjînê xwe barandin.
Şofêrê otobusên taybet ên nav bajêr Serkan Aslan êvara 5ê mehê li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê dema ku rêwî vediguhestin di navbera pevçûna du aliyan de mabû û guleyek li sere wî ketibû û wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû.
Hevjîna Şofêrê otobusên taybet ên nav bajêr Serkan Aslan, Fatma Aslanê got:
“Saet şeş bû ez pê re axivîm, got deynê kesî li te heye min got na. Digot deynê kesî li te heye, deynê xwe bide. Min nizanibû agir bi mala min ketiye.”
“Mêr bû, camêr bû, merd bû”
Bavê Serkan Aslan, Ferît Aslan jî anî ziman:
“Mêr bû, camêr bû, merd bû. Merivekî durist bû. Ev tişta hat serê me. Em hîn jî nizanin çi ye. Gelekî nû ye, doh êvarî bû.
Em jî li Mûşê li şînekê bûn me seh kir em hatin. Vê gavê ez nizanim çi ye, çi bûye. Bi rastî miriye yan nemiriye em nizanin.”
Cenazeyê şofêrê ciwan bi beşdariya xizmên wî û hevkarên li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat veşartin.
Apê Serkan Aslan Ridvan Aslan jî li ser biraziyê xwe got:
“Serkan Aslan 30 salî ye, zewicî ye. Gedeyekî wî heye. Ji xwe re li rawestgehê dişixulî.”
Hevkarê Serkan Aslan, Xalis Tekok jî got:
“Ez gihiştim ser, gule li piştê lê ketibû, kursiya wî jî qul kiribû li mêjiyê wî ketibû. Min xawlî da ser serê wî, hevalekî din jî hat. Me gazî ambulansekê kir, wan bir nexweşxaneyê.”
“Êş û elemeke giran e”
Hevkarekî din ê Serkan Aslan, Mehmet Sansarkan got:
“Yanî wek dibêjin guleya magandayan e. Bi vî rengî gelek însanên me yên ku haya wan ji tiştekî nîne destên wan ji jiyana wan dibe.
Zarokên wan bê bav dimînin, jinên wan bê mêr dimînin. Dê û bav bê zarok dimînin. Ev êş û elemeke giran e bi rastî.”
Piştî merasîma veşartina cenazeyê Serkan Aslan 400 şofêrên otobusên taybet ên nav bajêr jî ji bo nîşandana bertek kiryara li dijî hevalê xwe û ji bo dawîhatina bûyerên bi vî rengî bi otobusên xwe li nav bajêr geriyan.
Niha di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye detspêkirin û li gorî zanyariyên kesek hatiye desteserkirin lê nayê zanîn ew kî ye û herwiha ne eşkere ye ku sedema pevçûna Serkan Aslan bû qurbanî çi ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse