Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser êrişa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê û binpêkirinên li dijî sivîlan bi tundî şermezar kir.
Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, Dêr Hafir û Bendava Tişrînê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê HSDyê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê û Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê dikin armanc.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand ku dorpêç û êrişên ku bûne sedema candan û birîndarbûna hejmarek sivîl, “binpêkirina eşkere ya qanûn û pîvanên mirovî ne û rasterast ewlehî û rûmeta welatiyan dikin armanc.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:
"Ev kiryarên neberpirsyar tenê dibin sedema belavbûna hêzên niştimanî yên Sûriyeyê.
Ev yek bi zelalî nîşan dide ku hikûmeta Sûriyeyê di hewldanên xwe yên ragihandî yên ji bo yekîtiya gelê Sûriyeyê û avakirina dewleteke demokratîk de ne cidî ye."
"Dorpêç rê li ber çareseriyê digire"
Rêveberiya Xweser tekez kir ku berdewamiya dorpêç, binpêkirin û tundiya neyasayî, rê li ber hewldanên rasteqîn ên ji bo çareserkirina nakokiyan digire û dibe astengiyeke sereke li pêşiya gihîştina çareseriyeke siyasî ya berfireh.
Rêveberiyê hişyarî da ku "berdewamiya vê nêzîkatiya tund dê encamên xeter li seranserî Sûriyeyê hebe" û dê bibe sedema berfirehbûna xeleka tundiyê û kûrkirina dubendiyê di navbera pêkhateyên civakê de.
Rêveberiya Xweser di beşeke din a daxuyaniyê de bal kişand ser metirsiya belavkirina gotara kîn û nefretê û anî ziman:
"Ev siyaset û kiryar tenê xizmeta projeyên dabeşkirinê dikin.
Em vê yekê bi temamî red dikin û wekî gefekê li ser yekîtiya ax û gelê Sûriyeyê dibînin."
Rêveberiyê bi bîr anî ku “Sûriye mozaîka Rojhilata Navîn e û çareseriya rasteqîn tenê bi lihevkirin û beşdariya hemû Sûriyeyiyan bêyî cudakarî pêkan e.”
Banga ji bo Sûriyeyeke nenavendî
Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang kir ku demildest dorpêç û êriş werin rawestandin, berpirsyar werin cezakirin û vegereke ji bo mantiqê diyalogê çêbibe.
Rêveberiyê xwest ku çareseriyên siyasî yên demokratîk werin qebûlkirin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî dikin û rê li ber avakirina "Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî" vedikin.
Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de anî ziman:
"Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemade, di encama topbarana giran a komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de şehîd ket.
Di topbaranê de hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse