Bi hezaran girtî hatin berdan, bi sedan kes jî di girtîgehan de dixwînin

Duh li 08:20
RÛDAW
Nîşan Girtî Girtîgeh Herêma Kurdistanê Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê, amarên sala 2025an ên girtiyên li girtîgehên mezinan, jinan û zarokan ên li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê eşkere kirin.

Hat ragihandin ku wan di nava sala borî de 8 hezar û 566 girtî birine girtîgehan û nêzîkî 10 hezar hevdîtinên taybet ji bo girtiyên hatine birêkxistin.

Birêvebirê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman Baban di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:

"Sala 2025an, 7 hezar û 152 girtî piştî temamkirina dema yasayî ya cezayê xwe hatin berdan û vegeriyan nav malbatên xwe."

Li gorî amaran, heman salê hezar û 260 girtî bi merc hatin berdan û 57 girtî jî bi lêborîna taybet hatin berdan.

Di heman demê de 306 destûrên çûyîna malê hatin dayîn û bi giştî ji bo 9 hezar û 950 girtiyan xizmetguzariya hevdîtina malbatî hatiye dabînkirin.

Birêvebirê Giştî yê Girtîgehan Îhsan Ebdulrehman amaje bi çalakiyên curbicur kir û got:

"400 gerên rahênanê û semîner ji bo karmend û girtiyan hatine kirin û 168 gotarên olî li nav girtîgehan hatine pêşkêşkirin."

Îhsan Ebdulrehman li ser tedawîkirina girtiyên ku madeyên hişbir bi kar tînin jî got:

"236 çalakiyên curbicur hatine kirin û 406 girtî li navendên rehabîlîtasyonê ji çareseriyên tenduristiyê sûdmend bûne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 628 girtî li dibistanên di girtîgehan de xwendina xwe didomînin.

Her wiha girtî 73 hezar û 69 caran çûne pirtûkxaneyên nav girtîgehan.

Li Herêma Kurdistanê 6 girtîgeh ji bo kesên cezayê girtîgehê dixwin hene ku 2 li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û 2 jî li Dihokê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst