Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser nexşerêyeke hevbeş li hev kir

Duh li 12:30
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Xwenîşandanên Îranê Partiyên Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna bilind a 7 hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê doh hat lidarxistin û wan partiyan li ser nexşerêyeke hevbeş li hev kir.

Di vê civînê de rewşa siyasî ya Îranê û guherînên dawî yên li Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Navenda Diyalogê bo Hevkariya Hizbên Siyasî yên Kurdistana Îranê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de piştgiriya ji bo têkoşîn û serhildana seranserî ya gel û pêkhateyên Îranê hate nîşandan û biryar li ser pêdiviya karê hevbeş û berhemdar hate dayîn da ku tevgera nerazîbûnê ya li dijî Komara Îslamî xurt bibe.

Civîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên nerazîbûnên dawî yên li Îran û herêmên cuda yên Kurdistanê dest pê kir.

Pişt re Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî ku birêvebirê dewrî yê Navenda Diyalogê bo Hevkariya Hizbên Siyasî yên Kurdistana Îranê ye, di axaftina xwe de armanca civînê şîrove kir.

Hicrî bal kişand ser erk û berpirsyariyên ku di vê rewşê de dikevin ser milê hizbên Rojhilatê Kurdistanê.

"Tepisandina xwînî ya li Îlam û Kirmanşanê hate şermezarkirin"

Hat diyarkirin ku di civînê de pêla nû ya nerazîbûn, mangirtin û xwenîşandanên li dijî Komara Îslamî ya Îranê ku berhema bi dehan salên gendelî û siyaseta li dijî gel e, wekî pêngaveke girîng hate nirxandin.

Her wiha tepisandina xwînî ya nerazîbûnan a li Îlam, Melekşahî, Kirmanşan û Loristanê ku bi fermana rasterast a Xameneyî pêk hat, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Xameneyî ducare daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê wekî têkderî’ bi nav kiribûn.

Hizban sersaxî ji malbatên şehîdên dawî yên li seranserî Îran, Melekşahî û herêmên din re xwest.

Teqezî li ser pêdiviya yekrêzî û hevkarîkirina hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.

Biryar hate dayîn ku li dijî desthilata Komara Îslamî û siyaseta wê ya tepisandina sîstematîk a tevgera Kurd, pêngavên cidî û pratîkî bên avêtin.”

Di beşeke din a civînê de biryar hate dayîn ku hewl û guftûgoyên ji bo amadekirina projeya bingehîn a hevkariya aliyên siyasî û diyarkirina nexşerêya xurtkirina tevgera siyasî û neteweyî ya Kurd li Îranê bên zêdekirin.

Beşdarên civînê

Di civînê de ev serkirde wekî serokên şandeyên hizbên xwe amade bûn:

Seyîd Îbrahîm Elîzade (Sekreterê Yekem ê Komeleyê - Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîst a Îranê)

Omer Îlxanîzade (Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê)

Reza Kaebî (Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê)

Babaşêx Husênî (Sekreterê Saziya Xebat a Kurdistana Îranê)

Husên Yezdanpena (Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK)

Emîr Kerîmî (Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê - PJAK)

Mistefa Hicrî (Sekreterê Giştî yê PDK-Î)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst