Serkan Ramanli: Em ne li dijî berdana Demîrtaş in

06-11-2025
RÛDAW
Serkan Ramanli û Şehyan Tehsîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serkan Ramanli û Şehyan Tehsîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanli Selahattîn Demîrtaş Pêvajo
A+ A-

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli ragihand ku ew ne li dijî berdana Selahattîn Demîrtaş in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeva germ pêvajo ye.

Bi taybetî jî mijara serbestberdana Selahattîn Demîrtaş û meseleya ku Komîsyon here Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive mijarên sereke ne.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu gotibû, "Di nava civakê de kesên ku daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş dikin hene lê eger ew were berdan, dê hesta edaletê ya beşeke mezin a civakê zererê bibîne."

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî ji Rûdawê re got, “Em ne li dijî serbestberdana wî ne.”

Serkan Ramanli bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin:

Rûdaw: Komîsyon dê li ser çûna Îmraliyê deng bide. Nêrîna we çi ye, hûn dê çi biryarê bidin?

Serkan Ramanli: Bi navê Xwedê. Roja we bi xêr be. Ev pêvajoya ku îro tê nîqaşkirin, bi rastî em pê hêvîdar in ku bi ser bikeve. Lewra, ji ber şer, pevçûn û kuştinê em gelekî bi dilêş in. Salên me, ev 40 salên borî çûn, em naxwazin saleke din jî bi vî awayî bi xetera mezin, bi kuştin û pevçûnan berdewam bike. Îro ev fersend ketiye destê me û em naxwazin ji destê xwe berdin. Her kes li ser vê yekê jî pir baldar e.

“Ne hewce ku Komîsyon here Îmraliyê”

Îro şandeyeke ji Komîsyona Meclisê ketiye rojeva Tirkiyeyê ku here serdana Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bike. Serokê me yê giştî jî beriya vê, di derheqê vê meseleyê de biryara me got. Bi rastî, li gorî nêrîna me, hewce nake ku şandeyek ji meclisê, ji parlamenteran, here serdana Girava Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re.

Lewra ev pêvajo li ser çi tiştî hatiye axaftin? Li ser wê ku PKK xwe fesix bike, dev ji çekan berde û bi rêyeke siyasî, rêyeke meşrû, rêyeke sivîl bide ber xwe. Em jî bi hêvî ne ku gelê me ji şer, pevçûn û kuştinê destê xwe bişo û bikişîne, di riya siyasetê de înşalah bigihîje heq û mafê xwe lê hûn jî dizanin DEM Partî di vî warî de israreke gelekî mezin dike û dixwaze ku MHP jî piştgiriyê bide vê serdanê.

Ew komîsyon dê biryara xwe bide. Heke ji 5 behran (par) 3 behr qebûl bikin ku herine Girava Îmraliyê, dê ji nava Komîsyonê heyetek ava bibe û dê herin serdana Abdullah Ocalan. Em wek partiyên din nabêjin ‘Ger ev biryar hate dayîm em ê ji Komîsyonê rabin, vekişin, dev jê berdin.’ Na em vêya nabêjin. Komîsyon çi biryarê bide em ê li gorî wê hereket bikin. Piştî van hevdîtin û xebatan înşalah em ê bi ser bikevin.

Rûdaw: Yanî hûn dibêjin "na", hûn ê dengê "na" bidin?

Serkan Ramanli: Belê, hewce nake, bi ya me.

“Beriya her tiştî lazim e Kurd jî lihevhatinekê û aştiyekê deynin”

Rûdaw: Baş e. Li ser berdana Selahattîn Demîrtaş... We got ku dê hinek alî dilgiran bibin. Em çi fêm bikin, hûn li gel wê yekê ne ku Demîrtaş were berdan an na? Kî dê dilgiran dibe?

Serkan Ramanli: Wekî hûn jî dizanin, zemîna siyasetê li Tirkiyeyê li ser dijayetiyê ye. Bi her awayî her kes bi hev dikeve. Îro hinek hene ku piştgiriyê didin û dixwazin girtî ku rojekê beriya rojekê bên berdan. Hin jî hene ku ji ber kirinên di dîrokê de, dilgiran in. Em vêya dibêjin, her wek serokê me yê giştî jî doh di bernameyeke televîzyonê de got, dema serdana şandeya Komîsyonê li Amedê bû, kesekî got ku divê Selahattîn Demîrtaş were berdan. Li hemberî wî, yekî din got, "Rewşa Yasîn Boru dê çi bibe?"

Ev jî diyar dike, erê em îro behsa lihevhatina Kurd û Tirkan, lihevhatina PKK û dewletê dikin lê lihevhatina Kurdan jî zêde girîng e. Lazim e em li ser wê jî serê xwe bişixulînin û em di vî warî de jî xebatnan bikin. Beriya her tiştî lazim e Kurd jî lihevhatinekê û aştiyekê deynin, aştiyeke mayînde deynin lewra ji her kesî zêdetir hewcehiya me Kurdan heye ku em di nava xwe de aştiyekê deynin.

“Pêwendiyên me û DEM Partiyê nînin”

Rûdaw: Pêwendiyên we bi DEM Partiyê û aliyên din ên Kurdan re çawa ne?

Serkan Ramanli: Pêwendiyên me yên fermî bi wan re tunin, wekî hûn jî dişopînin. DEM Partî vêya tercîh nake û heta niha nexwestiye bi me re rûne. Ev biryara wan e, ji me re ne xem e. Bi rastî, heta ku em li ser rê û rêbazên xwe nesekinin; li ser mafên Kurdan, li ser edaletê, li ser biratiyê... em kar û xebata xwe berdewam bikin, divê îro an sibe, bi awayekî din hevdîtin çêbibin.

Em ne zêde li hêviya wan in ku werin serdana me lê em dixwazin ku çi qas siyasetmedar ne li dijî hev bin, hew qasî rewşa welat dê rehet bibe û aştiyeke berfireh dê di civakê de belav bibe. Em dibêjin ku siyasetmedar hevdû nebînin jî bere gefan li hevdû nexwin, bere tiştên tund ji hevdû re nebêjin û tim di xizmeta miletê xwe de bin û ji bo qencî û başiyê çi ji destê wan hat bere bikin.

Em jî, partiyên din ên Kurdistanî jî, gelek caran hevdîtinan bi hev re dikin. Navbera me û wan jî pir xweş e, em dan û standinan jî dikin lê me û DEM Partiyê heta niha hevdîtinek nekiriye.

Em amade ne ku derbarê qanûnên ku em derxin, çawa miamele bi endamên rêxistinê yên ku dev ji çekan berdidin re were kirin, van mijaran bi zelalî û bi rêyeke meşrû diyar bikin.

“Em ne li dijî serbestberdana wî ne”

Rûdaw: Hûn HUDA PAR li dijî berdana Demîrtaş in an na?

Serkan Ramanli: Em dibêjin biryar biryara dadgehan e. Îro li Tirkî siyasetmedar hingî ku elimîne îşê xwe ji dadgehan bînin, biryaran didin, telîmetan didin mehkemeyan. Dijatî û dilgiraniya xwe ya li hemberî qerarên mehkemeyê diyar dikin. Her kes jî bi wî awayî fêhm dike ku mehkeme û dadgeh jî di bin bandora siyasetê de ne.

Em bi xwe vêya nakin û em dibêjin biryar biryara mehkemê ye. Ne em li dijî berdana Demîrtaş in ne jî em hêvî dikin ku mahkeme Demîrtaş berde. Lewra ev biryar ne biryareke siyasî ye, biryareke hiqûqî ye. Lazim e ku kesên hiqûqnas û hakim vî karî bikin.

Rûdaw: Eger dadgehê biryar da, hûn li dijî berdana Demîrtaş in an na?

Serkan Ramanli: Nexêr, na. Em ne li dijî serbestberdana wî ne.

“Divê qanûnek û yasayek derkeve”

Rûdaw: Erdogan îro got, ‘Em derbasî qonaxeke nû dibin.’ Min divê zanibim ew qonaxa nû çi ye û dewlet bi benda çi ye? Li bendê ye ku çekan teslîm bikin?

Serkan Ramanli: Îro serokê me yî giştî jî bi Serokkomar re hevdîtinek kir. Em vêya dibêjin: Divê zemîneke hiqûqî bê sererastkirin.

Lewra ew kesên ku dev ji çekan berdin, endamên rêxistinê, dê bi çi awayî mi amele bi wan re were kirin? Ev hê jî ne diyar e, lazim e ev bê diyarkirin da ku ew jî bi rehetî dest ji çekan berdin û tevlî civakê bibin.

Divê di vî warî de qanûnek û yasayek derkeve. Me dît ku Serokkomar jî bi hêvî ye ku ev pêvajo bi ser bikeve. Yanî ev çek, pevçûn û şer ji holê rabe û rêya siyasetê bê vekirin û zemîna hiqûqê jî bi awayekî bê çêkirin da ku ev pêvajo bi rê keve û bi ser bikeve. Em bi hêvî ne û me amadehiyên xwe kirine.

“Serokkomar jî bi hêvî ye”

Rûdaw: Di navbera Serokê HUDA PARê û Serokkomarê Tirkiyeyê de çi hat axaftin? We çi daxwaz jê kirin?

Serkan Ramanli: Em dibêjin lazim e ji teref Meclisê ve zemîneke qanûnî were sererastkirin. Me dît ku Serokkomar jî bi hêvî ye û ew jî piştgiriyê didiyê. Yanî ev şer û pevçûn û kuştin ji holê rabe, rêya siyasetê were vekirin û zemîneke hiqûqî ji bo wê were çêkirin da ku pêvajo bi rê ve biçe û bi ser keve.

Înşalah em di rojên pêş de jî dê li ser van nîqaşan bisekinin. Her partiyek wek HUDA PARê, em jî amadekariyên xwe dikin derbarê qanûnên ku em derxin, da ku çawa miamele bi wan endamên rêxistinê yên ku dev ji çekan berdidin re were kirin, were diyarkirin.

“Bi Xwedê em ji kesî ne kêmtir in”

Rûdaw: Ji bo çareserkirina pirsirêka Kurdan çi projeya we heye?

Serkan Ramanli: Di warê ziman, di warê nasname, di warê têgihiştina herêmî de… Me çi ji xwe re xwestiye em ji hemû welatiyên Tirkiyeyê re jî dixwazin. Em doza cudahiyê nakin, em nabêjin em ji kesî çêtir in lê bi Xwedê em ji kesî jî ne kêmtir in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst