Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio rexne li pergala navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir û ragihand ku ew sazî di bersivdayîna pirsên cidî de bêçare ne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di roja duyem a Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gotarek pêşkêş kir û peyameke zelal da hevalbendên xwe yên Ewropî.
Marco Rubio tekez kir ku îdareya nû ya Amerîkayê naxwaze ji Ewropayê dûr bikeve û dixwaze bi hev re "Sedsaleke Nû ya Rojavayî" ava bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di destpêka axaftina xwe de behsa şaristaniya Rojava kir û got:
"Em beşek in ji yek şaristaniyê, şaristaniya Rojavayî. Em bi girêdanên herî kûr bi hev ve girêdayî ne ku dîrok, ola Xirîstiyanî, çand û ziman ji me re hiştine.
Em mîratgirên qurbaniyên bav û kalên xwe ne ku ji bo parastina vê şaristaniya hevpar hatine dayîn."
"Daxwazên Trump ji ber xemxuriyê ne"
Rubio bersiva wan dilgiraniya da ku li ser daxwazên Washingtonê yên ji Ewropayê hene û wiha axivî:
"Eger carinan Serok Trump bi awayekî eşkere û bilez daxwaza cidiyet û hevahengiya dualî ji dostên me yên li Ewropayê dike, sedem tenê ew e ku em bi kûrahî xema paşeroja we û ya xwe dixwin.
Em dixwazin Ewropa bihêz be, ji ber ku çarenivîsa me bi hev ve girêdayî ye."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di beşeke din a gotara xwe de bal kişand ser koça neyasayî û parastina sînoran. Rubio diyar kir:
"Kontrolkirina sînoran ne nijadperestî û kîndarî ye, berevajî vê yekê kiryareke bingehîn a serweriya niştimanî ye.
Eger sînor neyên parastin ev gefeke cidî ye li ser pêkhateya civakên me û maneya şaristaniya me."
Rexneyên tund li Neteweyên Yekbûyî
Rubio êrişî pergala navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir û ragihand ku ew sazî di bersivdayîna pirsên cidî de bêçare ne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî nekarî şerê Xezeyê çareser bike û tenê serkirdayetiya Amerîkayê karî rehîneyan ji destê çekdarên Hemasê rizgar bike.
Rubio her wiha got ku ew rêxistin di şerê Ukraynayê de jî destvala ma û tenê hewlên Amerîkayê bûn sedem ku her du aliyên şer rûnin ser maseya guftûgoyan.
Rubio amaje pê kir ku tenê hêza Amerîkayê karî bernameya nukleerê ya Îranê sînordar bike û "dîktatorê bazirganê madeyên hişbir" ê li Venezuelayê radestî dadgehê bike.
Rûsya û Çîn: Ezmûnên mezin
Rubio li ser şerê Ukraynayê eşkere kir ku hefteya borî berpirsên leşkerî yên her du aliyan (Rûsya û Ukrayna) di asta teknîkî de civiyane û got:
"Em nizanin Rûsya ji bo bidawîkirina şer çi qasî cidî ye lê em dê ceribandina wan bidomînin.
Di heman demê de siza û alîkariyên me yên leşkerî yên ji bo Ukraynayê jî didomin."
Rubio derbarê Çînê de jî amaje bi lûtkeya paşerojê ya di navbera Trump û Xi Jinping de kir û got:
"Nebûna pêwendiyan a bi Çînê re şaşiyeke jeopolîtîk e lê divê em zanibin ku berjewendiyên me yên niştimanî her tim ne hevrastê hev in û em li ser hesabê berjewendiyên xwe li hev nakin."
Marco Rubio di dawiyê de bi vegotina çîroka bapîrên xwe yên ku ji Spanya û Îtalyayê koç kirine hestên amadebûyan livandin û got:
"Mala me Amerîkiyan li nêva rojava ye lê em her tim wekî zarokên Ewropayê dimînin. Dîroka me ji vir dest pê kir.
Em naxwazin tenê li bi paşdeçûna Rojavayê temaşe bikin, berevajî vê yekê em dixwazin bi hev re paşerojê ava bikin.
Doh bi dawî bû û çarenivîsa hevpar li benda me ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse