Îlham Ehmed: Li dijî Kurdan şerê qirkirinê hat ragihandin

Duh li 12:44
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Heleb Kurd Taxln Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bertek nîşanî êrişên li taxên Kurdan ên Helebê da û ragihand ku li dijî Kurdan "şerê qirkirinê" hatiye ragihandin.

Ji doh ve artêşa Sûriyeyê û komên çekdar êrişî taxên Kurdan ên Helebê dikin.

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihandibû ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê "hedefên leşkerî yên rewa" ne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser rewşa dawî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Şerê qirkirinê li dijî Kurdan ragihandin"

Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şer li dijî sivîlan hatiye ragihandin û got:

"Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê şer li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku tije sivîl in ragihand.

Wan şerê qirkirinê li dijî Kurdan ragihand ku di bin rejîma berê êş kişandine."

"Piraniya şêniyan koçberên Efrînê ne"

Ehmedê bi bîr anî ku ew her du tax di bin dorpêçê de ne û wiha pê de çû:

"Piraniya şêniyên taxê xelkê Efrînê ne ku bi zorê hatine koçberkirin.

Ev her du tax ji berê ve ji aliyê hêzên girêdayî Wezareta Parastinê ve di bin dorpêçeke tund de bûn."

"Diyalogê red dikin"

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve destnîşan kir ku tevî hewldanên wan, aliyê din ji bo çareseriyê gav neavêtine û got:

"Tevî ku Kurd pabendî Rêkeftina 1ê Nîsanê bûn, aliyê din pabend nebû.

Tevî pêwendiyên me yên berdewam ên ji bo kirina danûstandinan, Wezareta Parastinê diyalogê red dike."

"Bes e şer, rêya aqil bişopînin"

Îlham Ehmedê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hikûmetê û ciwanên Sûriyeyê kir:

"Em bangî berpirsên hikûmetê dikin ku li hemberî tiştên diqewimin berpirsyariya xwe bînin cih û rêya aqil û mantiqê bişopînin da ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û ji rêbaza şer û pevçûnan dûr bikevin.

Ew şerên ku Sûriyeyiyan dîtine besî wan e. Em bangî Sûriyeyiyan û ciwanên Sûriyeyî dikin ku ji van rêyan dûr bikevin, dengê heqiyê bilind bikin û şer red bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst