Civîna Serok Barzanî û Şêx Himêdî Deham El Hadî, Şêx û Serokê Eşîra Şemer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, îro Yekşemê 7ê Sibata 2021 li Pîrmam a Hewlêrê. Wêne: Baregeha Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 7ê Sibatê li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Şêx Himêdî Deham El Hadî, Şêx û Serokê Eşîra Şemer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir. Di civînê de herdu aliyan rewş û pêşhatên herî dawî yên li Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin. Şêx Himêdî Deham El Hadî jî ragihand, Barzanî kesayetiyekî giring û xwedî rol e li navçeyê, lewma ew hatine hevdîtina wî.
Li gor daxuyaniya ku Baregeha Barzanî belav kiriye, di hevdîtinê de Serok Barzanî û Şêx Himêdî Deham El Hadî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan û biratiya di navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên din li Sûriyê û bi taybet jî li herêma Cezîrê kirin.
Serok Barzanî û hêvî kir, ku çareseriyeke giştî hebe ji bo rigzarbûna pêkhateyên Sûriyê ji wan nexweşî û zehmetiyên ku çend sal e didom in.
Serok Barzanî di civînê de behsa rewşa xirab a Sûriyê kir û hêvî kir, çaresereke bingehîn û giştî ji rewşa Sûriyê re bê dîtin, xelkê Sûriyê ji êş û azara salên bihorî rizgar bibe û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya navçeyê kir.
Li gor daxuyaniyê, Serok Barzanî herwiha got, divê pêkvejiyan bibe bingeha vegerandina aramî û tenahiya navçeyê û xelkê wê.
Şêx Himêdî Deham El Hadî, Şêx û Serokê Eşîra Şemer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî têkildarî civîna îro ya li gel Serok Barzanî bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike.
Şêx Himêdî Deham El Hadî amaje bi şer û aloziyên wan salan li navçeyê û bi taybet Sûriyê kir û ragihand, “dema wê yekê hatiye ku em kêşeyên navçeyê çareser bikin”.
Himêdî Deham got, “serok Mesûd Barzanî kesayetiyekî giring e” û ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirgsirêkên navçeyê bi wî re hevdîtin kiriye. Himêdî Deham tekez kir, pêwsît e destpêşxeriyek hebe ji aliyê kesên xwedî rol û xwedî şiyan, ji bo çareyekirina vê rewşa ku niha li navçeyê heye.
Serokê Eşîra Şemer li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar kir, berpirs û rîspiyên navçeyê pêwîst e xwe amade bikin ji bo rizgarbûna ji wê rewşa ku herdu gelên Iraq û Sûriyê ketine belaya wan.
Derbarê daxuyaniya hejmarek eşîrên Ereb li dijî Hêzên Sûriya Demorkatîk de, Şêx Himêdî Deham El Hadî got, ku ew guh nadin tiştên bi wî awayî û destnîşan kir, “ew çend sal e li navçeyê birçîbûn, kuştin û xwinrijandin berdewam e û ti sûda wan daxuyaniyan tune ye, pêwîstiya me bi çi heye, bi hevtêgihîştinê heve, hevtêgihîştin li gel wan kesên ku qurbanî pêşkêş kirine û kesên ku berpirsin di ber wî milletî de, ew milletê ku heye, Kurd bin Ereb bin, Suryan bin, Êzidî bin, kî bin, Kildanî bin, ew hemû xelkên navçeyê ne.
Li ser peywendiyên navbera Kurdan û Eşîra Şemer jî, Şêx Himêdî Deham El Hadî ji Rûdawê re da xuyakirin, ku peywendiyên navbera herdu aliyan dîrokî ne û divê berdewam bin û diyar kir, “gotineke min heye li ser vê yekê, Kurd û Ereb bi hev re serkeftinê encam didin, ew herdem wiha ye, ew ne tiştekî nû ye. Dema ku em êl û eşîr bûn wisa bû, lê dema em bûn partî, şer û pevçûn di navbera me de derket.”
Li ser pirsa ku gelo hûn hêzeke serbixwe ne yan hêj ser bi HSDê ve ne, Şêx Himêdî Deham got, ew ji destpêkê ve hêzeke serbixwe bûne û wan hêza xwe ji bo berevaniyê û parastina xelk û navçeya xwe ava kiriye. Deham herwiha da zanîn, ku rola wan di parastina Qamişlo, Heseke, Çiyayê Ebdulezîz û Şingalê de jî hebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse