AMED - Zarokê 20 rojî ji birçîna mir: Tanrikulu mijar bir parlamentoyê

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan Erxenî Amed Cengîz Umutlu Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, mirina zarokekî 20 rojî ya ji ber bêxwarinê, li Parlamentoya Tirkiyeyê deng veda.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, li ser nûçeya ku di rojnameya Oz Diyarbakirê de hatibû weşandin, ji bo ku 4 wezaret bersiv bidin, pirsnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Tanrikulu pirsnameya xwe pêşkêş kir da ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî, Wezîrê Tenduristiyê, Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî bersiv bidin.

"Di xaniyekî axê de di nav xizaniyê de can da"

Parlamenterê Amedê Tanrikulu di pirsnameya xwe de bal kişand ser wê yekê ku malbata Umutluyan di xaniyekî axê yê xirbe de dijî.

Tanrikulu her wiha bi bîr xist ku 5 zarokên malbatê hene, di malê de sarinc nîne, bê elektrîk dijîn, pitik li malê çêbûye û pitikê 20 rojî ji ber bêxwarinê jiyana xwe ji dest daye.

Pirsên Tanrikulu ên ji wezaretan re

Di pirsnameya Tanrikulu de ev pirsên krîtîk cih girtin:

- Gelo ji aliyê wezareta we ve derbarê mirina pitikê 20 rojî yê li Erxeniyê de ti lêkolîn an jî lêpirsîn hatiye destpêkirin?

- Gelo berê an jî piştî bûyerê ti alîkariyeke civakî an jî bernameyeke piştgiriyê ji malbata Umutluyan re hatiye dayîn? Heke nehatibe dayîn, sedema wê çi ye?

- Tespîtkirina malbatên ku divê sûdê ji alîkariyên civakî wergirin bi kîjan rêbazan tê kirin? Berpirsiyariya ku ev malbat li derveyî sîstemê maye ya kê ye?

- Li seranserê Amedê hejmara malbatên bi zarok ên ku di heman şert û mercên xizaniyê de dijîn çend e? Wezareta we çi piştgiriyan pêşkêşî van malbatan dike?

- Gelo piştî vê bûyera xemgîn, ji bo pêşîgirtina li xizaniya zarokan li deverên gundewarî planeke hawarçûnê ya lezgîn hatiye amadekirin?

- Gelo ji bo çar zarokên din ên malbata Umutlu ti xizmeteke piştgiriya psîkososyal an jî parastinê hatiye pêşkêşkirin?

"Ev mirina ji xizaniyê ye, berpirsiyarî ya kê ye?"

Tanrikulu di daxuyaniya xwe de got, "Ev bûyer ne tenê drameke malbatî ye, îhmalkariya dewleta civakî ye.

Xizanî êdî ne statîstîk e, bûye sedema mirinê. Parastina mafê jiyanê yê her zarokekî ku tê dinê, erka destûrî ya dewletê ye."

Çi bûbû?

Li gorî rojnameya Oz Diyarbakirê, li navçeya Erxeniyê, pitika R. û Cengîz Umutlu ya ku 20 roj berê hatibû dinê, ji ber nebûna derfetan û bêxwarinê rewşa tenduristiya wê xerab bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.

Li belê li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan zaroka 20 rojî li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin.

Li gorî rojnameyê, derketiye holê ku sedema mirinê zarokê bêxwarinî ye û xebatkarên nexweşxaneyê di nav xwe de ji bo malbatê alîkarî kom kirine.

Derket holê ku ti dahateke birêkûpêk a malbatê nîne û sûd ji alîkariyên civakî wernagire.

Li aliyê din, Qeymeqamtiya Erxeniyê îdia kir ku Weqfa Alîkariya Civakî û Piştgiriyê (SYDV) bi awayekî birêkûpêk alîkarî daye malbatê û ji wan xwestiye ku ji xwe re xaniyekî bi kirê bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst