Asayîş: Sivîl di bin kavilên avahiyan de ne

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku tevî topbarana hov û dijwar a bi tank û topan a li ser taxên sivîlan, berxwedana wan a li dijî êrişên komên artêşa Ereban a Sûriyeyê di roja sêyem de didome.

Asayîşê diyar kir ku di vê çarçoveyê de, li derdora Çerxerêya Yekem a li taxa Eşrefiyeyê pevçûnên gelekî dijwar diqewimin.

Hêzên Asayîşê bi êrişeke birêkûpêk û bi hêz bersiva hewlên bipêşveçûna komên çekdar didin û li dijî wan berxwedaneke mezin nîşan didin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên êrişkar bi awayekî heremkî û bi zanebûn her du taxan topbaran dikin û binesaziya sivîl dikin armanc.

Di vê çarçoveyê de Nexweşxaneya Xalid Fecir cara duyem hate topbarankirin. Ji ber bombebarana li ser taxên niştecihbûnê wêraniyeke mezin çêbûye û li gorî agahiyan hinek sivîl hîn di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de ne.

Asayîşê di berdewamiyê jî de got, “Ev alozî di çarçoveya êrişeke berdewam de ye ku jiyana sivîlan dixe metirsiyê û karesata mirovî ya li herêmê kûrtir dike.

Her wiha dron li asmanê herêmê digerin û dorpêça li ser her du taxan hîn zêdetir hatiye tundkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst