Pirtûka Zimanên Medî hat çapkirin

08-06-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînên di derbarê Ziman û Ferhanga Medîyan de, ji aliyê weşanxaneya “Na” ya li bajarê Izmîrê ve hate çapkirin. Xebata di derbarê şêwezar, devok,  û  zimanên ku di serdema Împaratoriya Medan de hatine bikar anîn, ji aliyê zimannas û lêkolerê Kurd Beyhanî Şahîn ve weke Pirtûk hate amadekirin.

Pirtûka Zimanên Medan, bi zimanê Almanî û bi navê “Die Sprache der Meder” hate çapkirin. Pirtûka navborî encama xebata nivîskar a 17 salan e û ji 319 rûpelan pêk tê.

Berpirsê Weşanxaneya “Na” Berfo Barî, di derbarê xebata li ser zimanên Medan de ji Rudawê re agahî dan û got  “Ev lekolîne ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de fonolojiya zimanên Medî û di beşa duyem da jî ferhenga zimanên Medî hatiye tomar kirin. Çarçoveya vê vekolînê bi dema zimanên Mediya kevin va hatiye sînordar kirin, digel formên xwe yên kevintir Arî û Îndo-Ewrupî.”

Berfo Barî herwiha aşkere kir ku xebata navborî  zimanên dema Mediya navîn; ji beriya mîladê 450an heta 1000 salên piştî mîladê bi xwe ve digire.

Barî di derbarê peywendiya zimanên Medî û Kurdî jî dibêje “Li gorî vegotinên Beyhanî Şahîn, bingeha hemû zimanên Medî jî Proto-Kurdî ye, û dîroka wê diçe heta 1750 salên berîya mîladê.”

Beyhanî Şahîn di xebata xwe ya bi navê “Die Sprache der Meder” (Zimanê Medan) de, behsa aliyê teknîkî yê zimanê Medan jî dike û dibêje “Di zimanên Medî de 26 dengên bingehîn, 3 vokalên dirêj û 2 dîftong hene”

Nivîskarê Pirtûkê Beyhanî Şahîn di derbarê girîngiya vê berhema dîrokî ya di Kurdolojiyê de jî dibêje “Ev lêkolîn di derbarê zimanê Medî da mîladeke û  ji bo peydakirina bingehên Kurdiyê jî gellek girîng e”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst