Sûriye: Ji dan û standinên bi HSDyê re ti encamên berbiçav derneketin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku dan û standinên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ti "encamên berbiçav" nedane û HSD bi wê yekê tohmetbar kir ku mijara diyalogê ji bo "berjewendiyên medyayî" bi kar tîne.

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji ajansa fermî SANAyê re axivî û bersiva daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî da.

Mezlûm Ebdî doh ragihandibû ku diyaloga bi Şamê re "ranewestiyaye" û peymana ku bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hatiye îmzekirin "demeke diyarkirî jê re nehatiye danîn."

Ebdî her wiha tekez kiribû ku nêrîna wan a ji bo paşeroja Sûriyeyê li ser esasê nenavendîbûn û parvekirina desthilatê ye.

"Guman li ser cidiyeta HSDyê heye"

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku axaftina li ser yekkirina saziyan a li Rojavayê Kurdistanê "tenê di çarçoveya daxuyaniyên teorîk de maye û ti gavên pratîk nehatine avêtin."

Wî rayedarî got, "Ev yek gumanan li ser cidiyeta pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê çêdike."

Petrol û Dahat

Rayedarê Sûriyeyê li ser mijara petrolê got:

"Daxuyaniyên HSDyê yên ku dibêjin petrol milkê hemû Sûriyeyiyan e, heta ku petrol di bin kontrola saziyên dewletê de nebe û dahata wê nekeve budceya giştî, wateya xwe nîne û baweriyê nade."

Çavkaniyê tekez kir ku axaftina li ser "nêzîkbûna nêrînan" bêyî rêkeftinên fermî û demjimêreke diyarkirî ya bicihanînê "bêqîmet e."

Nakokiya li ser "Nenavendîbûnê"

Şamê rexne li têgihiştina HSDyê ya ji bo "nenavendîbûnê" girt û ew wekî gefekê li ser yekîtiya dewletê pênase kir.

Rayedarê wezaretê wiha anî ziman:

"Pêşniyara niha ya nenavendîbûnê ji çarçoveya îdarî derdikeve û ber bi nenavendîbûna siyasî û ewlehiyê ve diçe.

Ev yek gefê li yekîtiya dewletê dixwe."

Mijara leşkerî û sînoran

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hebûna hêzên çekdar li derveyî çarçoveya artêşa Sûriyeyê red kir û got:

"Axaftina li ser lihevkirinan, bi hebûna pêkhateyên çekdar ên li derveyî artêşa Sûriyeyê û xwedî fermandariyên serbixwe û pêwendiyên derve re nayê cem hev."

Wî her wiha kontrola yekalî ya HSDyê ya li ser deriyên sînorî wekî "karta dan û standinê" bi nav kir û got ku ev yek "li dijî prensîbên serweriya niştimanî ye."

Pêşniyara tevlîkirina HSDyê ya artêşa Sûriyeyê

Ajansa Reutersê destpêka mehê ragihandibû ku berpirsên Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê hewl didin beriya dawiya salê HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê bikin.

Li gorî nûçeyê, Şamê pêşniyar kiriye ku 50 hezar şervanên HSDyê li ser sê yekîneyên sereke û çend lîwayên biçûk werin belavkirin, bi şertekî ku fermandariya beşeke wan di destê Şamê de be.

Tirkiyeyê jî hişyarî dabû ku sebra wan namîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû, "Em naxwazin careke din serî li rêbazên leşkerî bidin lê divê HSD zanibe ku sebra aliyên pêwendîdar xelas dibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst