Proseya veguhastina koçberên Serê Kaniyê destpê kir

08-09-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Koçberên Serê Kaniyê bo kampeke nû têne veguhestin
Koçberên Serê Kaniyê bo kampeke nû têne veguhestin
Nîşan Rojavay; Kurdistanê Serê Kaniyê
A+ A-

Qmişlo (Rûdaw) – Koçberên Rojavayê Kurdistanê ku di nav dibistanan de bûn ji bo kampan têne veguhestin. Beşa yekemîn a malbatên koçberên ji Serê Kaniyê ku li Hesekê bi cih bûbûn, derbasî Kampa Serê kaniyê ya li rojhilatî bajêr bû.

Proseya veguhestina koçberên Serê Kaniyê ji dibistan bo kampê hat destpêkirin, lê koçber naxwazin biçin kampê ji ber ku li wir xizmetguzarî ne di asta  pêwîst de ye, lê mana wan di dibistanan de jî astengiyê li ber 19 hezar xwendekarên bajarê Hesekê çêdike û  piraniya wan ji xwendinê bê par dihêle.

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku kampeke nû ji bo koçberên Serê Kaniyê amade kiriye, ji bo ku koçberên li nav dibistanên bajarê Hesekê veguhêze wê kampa nû, herwiha hêsankarî ji bo alîkariya wan koçberan bê kirin.

Li gorî gotina Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî û Kar, di qonaxa yekem de, dê derdora 450 malbatê bêne veguhastin. Koçber wê ji dibistanan bêne veguhastin ji bo wê kampê, da ku dibistan ji sala xwendinê ya nû re, bêne amadekirin.

Ew kamp, dikeve Taxa Telayi' li Rojhilatî bajarê Hesekê. Rûberê kampa nû, 600 donim zevî ye, ji bo 2 hezar û 660 konî hatiyê avakirin. Lê niha tenê 620 kon bi hemû pêdiviyên xizmetguzariyê amade ne, ku 620 malbatan li xwe bigirin. Ji tevaya wan konan, 1 hezar 620 konên takekesî hene û 1 hezar û 40 konên malbatan in.

Bi sedema êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar, di 20ê Çileya 2019an de, li ser navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê, bêhtir ji 300 hezar welatiyên sivîl, ji wan navçeyan koçber bûn û beşê gelek ji wan, berê xwe dane bajarê Hesekê û li bêhtir ji 80 dibistanê bicih bûn.

Koçber Hemo Seydo dibêje: “Av zehmet e li wir, karebe nîne, jiyan nabe, rê tune ye, kon li gor 4 kesan e, lê em 8 kes in, têra me nake.”

Koçber Hisên Mihemed jî dibêje: “Em ji partiyan dixwazin rewşa Kurdan baş bikin, Ereb diçin û tên ji Serê Kaniyê, lê em nikarin, malê me birin û em talan kirin, kesek li me nanerê. Ne partiyên Kurdî û ne ENKS û ne rêveberî jî tiştek nekirin.”

Hevserokê Kampa Serê Kaniyê Salih Elhemedî jî got: “Çûn û hatin li kampê dê normal be, kampek vekirî ye weku taxek bajêr dibe, navendeke tenduristiyê heye û em 2 navendên din hazir dikin, dê 3 xwendingeh jî bên avakirin, rêveberiya xweser dê xwarinê peyda bike.”

Dema ku xelkên Serê Kaniyê ji ber şerê Tirkiyê reviyan û koçberî Hesekê bûn, kampa Waşokanî ji wan re hat vekirin, lê hejmara nişteciyên wê 12 hezar derbas kir û nema têrê dikir, di nava 68 dibistanan û 12 navendan de bicîbûn, lê niha wê li vir bên kom kirin, dibe ku rojekê ji rojan vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst