Grûpên çekdar 2 keçên Kurd li Efrînê serbest berdan

08-12-2020
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Çekdarên grûpa El Hemzat herdu keçên Kurd Lonjîn û Rojîn Mihemed Xelîl piştî nêzîkî 2 sal û 6 mehan ji girtinê serbest berdan.

Çavkaniyekê ji malbata herdu keçan ji Rûdawê re aşkere kir ku herdu xwîşk roja çarşemê ji zindana gundê Maretê derketine.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got ku bavê herdu keçan, Mihemed Xelîl Ebdo nihatiye berdan û ew li zindaneke bajarê Babê girtiye.

Mihemed Xelîl Ebdo û herdu keçên xwe ji gundê Kurkê Jêrîn in û li bajarê Efrînê niştecî bûn.

Mihemed Xelîl û keça wî Lonjîn, roja 25ê Hezîrana 2018an hatibûn girtin û paşê jî Rojîn Mihemed ji nav bajarê Efrînê hatibû girtin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Her dawîn Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Feyleq el Şam roja 4ê Kanûnê avêtine ser hersê gundên Basûfa, Beiya û Kibêşînê û 10 welatî girtine, nav û temenê 7 kesan ji wan hatine naskirin.

Ji herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst