Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Komîteya Windayan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kar û barên xwe dike.
Komîteya Windayan ragihand ku destpêka hefteya bê dest bi karên xwe dike û welatî dikarin ji bo windayan serî li vê komîteyê bidin.
Li gorî zanyariyan, şaxên vê komîteyê yên bajarên Qamişlo û Hesekê sibe dest bi kar û xebatên xwe dikin.
Xelk dikare ji rojên şemiyê heta sêşemê, saet ji 10:00an heta 14:00an here navendên vê komîteyê û rayedaran ji rewşa windayên xwe agahdar bike.
Berdevkê Komîteya Windayan Xalid Umer da zanîn, kesên ku windayên wan hene dikarin agahiyê bidin şaxên vê komîteyê yên Qamişlo û Hesekê.
Li gorî Xalid Umer, şaxên Komîteya Windayan ên bajarên Kobanî, Reqa, Dêrezor, Minbic, Efrîn û Şehbayê jî dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bikin.
Ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê û aloziyên heyî, li Rojavayê Kurdistanê kesên winda hene.
Malbatên windayan dixwazin Rêveberiya Xweser ji bo xizmên wan ên winda alîkariya wan bike.
Komîteya Windayan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê par ji aliyê Rêveberiya Xweser hatibû damezrandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse